Ev rojek e agahî ji sînemagerê Kurd Sûphî Orhan nayê stendin

Ji roja Pêncşemê sibehê ve agahî ji sînemagerê Kurd Sûphî Orhan nayê stendin.

Ji roja Pêncşemê sibehê ve agahî ji sînemagerê Kurd Sûphî Orhan nayê stendin. 

Sînemagerê Kurd Suphî Orhan roja Pêncşemê saet di heşt û nîvan de hevalekî xwe yê muzîkjen biriye Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê. Orhan, li rawestgeha balafirgehê ya ÎZBAN'ê xatir ji hevalê xwe xwestiye û ji wir çûye. Lê ji wê çaxê heya niha agahî ji Orhan nayê stendin.

Malbata Orhan ji Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê û navçeyê pirsiye bê ka Orhan hatiye destgîrkirin yan na. Lê belê midûriyeta polîsan ji malbatê re gotiye kesekî bi vî navî nehatiye destgîrkirin.

Malbata Orhan dê bi rêya parêzerên xwe ji bo dîtina wî serlêdanê bike.