‘Ev hilbijartina wê siberoje nû ji bo civakê bide avakirin’
Hilbijartinên komînan yên Rojavayê Kurdistanê îro dane sibê di seet 08:00’an de despêkirin. Hilbijartin ji aliyê mamostayên ku hatibûn erkdarkirin ve di hat rêvebirin.
Hilbijartinên komînan yên Rojavayê Kurdistanê îro dane sibê di seet 08:00’an de despêkirin. Hilbijartin ji aliyê mamostayên ku hatibûn erkdarkirin ve di hat rêvebirin.
Hilbijartinên komînan yên Rojavayê Kurdistanê ku di hatin payîn, di 22’ê Îlonê de pêk werin îro di danê sibê de despêkirin. Hilbijartin di seet 08:00’ê sibê de despêkirin. Bi sedan gel herikîn cihê komînan ku dengê xwe bikar bînin.
Bi sedan gelê rojavayê Kurdistanê di seetên sibê de berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe bi karanîn. Tevî gelê Ereb, Suryanî, Aşurî û h.w.d tevlî hilbirajtinên komînan bûn. Bi sedan komînên kantonan li komînên ku bi navê şehîdan hatbûn xemilandin denge xwe bikaranîn.
‘WÊ HILBIJARTIN BIBE WESÎLEYA JIYANEK NÛ’
Mamosta Mihemed ê ku ji gundê Kubabî ku di hilbijartinên komînan erkdarî dikir nêrînên xwe di derbarê hilbijartinan de wiha anî ziman: “Hilbijartin di seetê sibê de despê kir, wê ev hilbirjatin ji seet 08:00’an ta 08:00’ê êvarî berdewam bike. Eleqeyek pir mezin ya gel ji bo hilbijartinê heye, her gel ji danê sibê ve, bi coşek mezin hatin dengê xwe bikaranîn. Em wek erdarên sindoqan ku em li vir hatine erdarkirin, ji bo ku di hilbijartinan de ti pirgirêk dernekevin.
Hilbijartinên komînan ji bona gelê me, bi taybetî jî bo gelê Rojavayê Kurdistanê, ji ber ev hilbirjatin wê hem civak me û gelê me civaka ku têde jiyan dike, wê bi parêze û bibe wesîleyek ya jiyan nû ya gelê rojavayê kurdistanê, bi taybetî jî federalîzma Demokratîk ya Bakurê Suriyê. Li her komînê li ser her sindoqan sê mamosta wek navendên hilbijartinên komînan erkdar di sekinin. Em jî wek mamosta me ev kar daye pêşiya xwe, ji ber ku bi rastî ev karê mamotayane. Di her civakekê ji ber ku mamosta bi van karan ve eleqeder dibin.”
‘KOMÎN BINGEHÊ FEDERALIYA BAKURÊ SÛRIYEYÊ YE’
Endamê Komîna Şehid Orhan Mihelîm Riko ev nirxandin kir: “Ev hilbijartinên ku îro li vir pêk tên, ên ku di hilbijartinan de tên hilbijartin ku îro em dengê xwe ji bo wan bi kartînin armanc ew ku ji bo vî gelî xizmetekê bikin. Komîn bingeh e, wek çewa ku em ji nû ve bingehê civakekê ava bikin, ev komîn di heman demê de bingehê Xweseriya Demokratîk ya pêşeroja Federaliya Bakurê Sûriyeyê ye jî. Kesên ku îro li vir dengê xwe didin ji bo xatirê pêşerojek bê desthilatdarî, koletî, bindestî û h.w.k, ji bo ku ne bin koleyê civakek paşverû, hatine li vir dengê xwe didin.
Ev proje, projek nû ya li Rojavayê Kurdistanê pêktê, di heman demê de wê ev proje bibe projeya tevahîya Rojhilata Navîn jî. Kesê ku bi vê projeyê rabûye wek kawayê hemdem, Mazlûm Dogan û fikir, reman û felsefeya Rêber APO, îro em li vir azad jiyan dikin û ji bo van hilbijartinên komînan dengê xwe bikartînin. Her wisa em ê di vê hilbijartinê de çi pêkhateyên vê herêmê ji bigihin mafê xwe, ev pêkhate çi Ereb be, çi Suryan be, çi ji Xirstiyan bin.”
Riko wiha dawî li axaftinên ev tişt got: “Ev pêşeroj a vî gelî ye, bila her kes xwedî li hilbijartinan derkeve, em bi hîvine ku ev proje li hemû Sûriye belav bibe û ji bo tevahiya gelan û di Rojhilata Navîn bibe mînak. da ku her kes bizani be ku Rêberek ê Kurdan heye, ew jî bi fikri û felsefeya Rêber Apo ye.”