Ev 5 sal in nobeta xwe nehiştiye
Ebû Mihemed ji destpêşa şerê Helebê ve, ji roja pêşî ve de ji nobeta taxa ku lê dijî berneda.
Ebû Mihemed ji destpêşa şerê Helebê ve, ji roja pêşî ve de ji nobeta taxa ku lê dijî berneda.
Şêniyên Kurd ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li gel şerê giran a bajêr jî li ser piyan man. Ebû Mihemed jî dev ji Şêx Meqsûd neqeriya ku zaroktiya wî li wir derbas bûye û li gel temenê xwe yê mezin jî rahişte çek û li ber xwe da.
Ebû Mihmed ku bi eslê xwe ji Efrînê ye ji 7 saliya xwe ve tam ev 50 sal in li Şêx Meqsûd dijî. Zewiciye û bavê 5 zarokan e. Heta beriya şer karê tekstîlê kriiye.
Kurdên Helebê bi bandora Tevgera Azadiya Kurd û Ocalan ji destpêkê ve rêxistinkirî bû. Dema ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê dike û hêzên Beasê vedikişin di cih de xeta parastinê ava dikin. Ebû Mihemed jî bi gelê taxê re bi di nav parastina gewherî de li ber xwe dide.
AMEDEKARIYAN DEST PÊ KIRIBÛ
Ebû Mihemed wiha behsa rojên pêşî yên berxwedanê dike: ‘’Jixwe beriya ku hêzên rejîmê vekişin hevalan li malan bi veşartî civîn dikirin û li ser rewşên pêkan em agahdar dikirin Li gor vê me tevdîrên xwe girtibûn. Pêşî çeteyan derdora me pêçan. Rojên pir zor bûn. Çekên me pir kêm bûn. Li hêlekê rejîma Beas bi balafiran êrîş dianî û li hêla dî jî çeteyan bi çekên giran û hawanan êrîş dianîn.
ÇEKA MIN NEBÛ
‘’Çeka pir kêm hevalan hebû. Destpêkê çek amin nebû, min darek kiribû destê xwe û li dijî çeteyên ku bikevin kozikan min nobert digrit. Niha hê jî wî darî ji bo bîranînê vedişêrim.’’
BERXWEDANIYEKE MEZIN BÛ
Ji ber êrîşên giran piraniya nifûsê neçar ma ku biçe Efrînê. Ebû Mihemed û bi hezaran ên wek wî li cihê xwe man û li ber xwe dan. Di şertên pir zehmet de li ber xwe didin. Ev berxwedan zêde xuya nekir. Kuçe bi kuçe, mal bi mal berxwedaniyeke mezin hebû. Van berxwedanên ku bi çîrokên lehengiyê tije ne niha dibêjin. Ebû Mihemed wiha dibêje: ‘’Hevalên me li vir berxwedaniyeke dîrokî nîşan dan. Çekên me yên giran nebûn, bawerî, vîn û morala me hebû. Ciwan dema ku diçûne şer yek jê li erbeneyê dixist û diçû şer. Dijminli dijî vê dîn bû. Me gelek windahî dan, gelek hevalên me birîndar bûn lê em cih û kozikê xwe bernedan û heta dawiyê me parastin.’’
NIHA HER TIŞTÊ ME HEYE
Lê niha her tiştê me heye, yekîneyên me û çekên me yên giran hene. Gel êdî li malên xwe vedigerin. Binerin li van zarokan tenê li vê taxê 5 hezar xwendekar hene. Ez li vir im û vir naterikîm. Nenerin ku diranê min nîn in (kenekê dike bi vê gotinê re). Ez hê li ser xwe me û heta dawiyê ez ê li vir parastinê bikim.
HÊ JÎ LI CIHÊ NOBETÊ YE
Ebû Mihemed îro jî hê bi moral û coşa roja peşî, weke endamekî YPG’ê rojê nêzî 20 saetan nobetê digire.