Eşref El Hîlal li ser wezîfeya xwe şehîd bû

Midûriyeta Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Rêveberiya Trafîkê Eşref El Hîlal şehîd bûye.

Ji Rêveberiya Trafîkê ya bajarê Minbicê Eşref El Hîlal di 11'ê Mijdara 2020'î de li ser wezîfeya xwe şehîd bû. Navenda Çapemeniyê ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên li ser nasnameya Şehîd Eşref El Hîlal parve kir.

Navenda Ragihandinê ya Trafîkê diyar kir ku endamê rêveberiya hêzên trafîkê li bajarê Minbicê di 11'ê Mijdara 2020'î de şehîd bûye.

Rêveberiya Giştî ya Trafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd Eşref re xwest û soza berdewamkirina parastina nirxên edaletê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê, nû kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Endamekî rêveberiya hêzên me li Minbicê li ser erka xwe ya ji bo gel û xaka xwe, şehîd bû.

Wek Rêveberiya Giştî ya Trafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em di serî de sersaxiyê ji malbata şehîd Eşref El-Hîlal re dixwazin. Em tekez dikin ku em ê parastina nirxên edaletê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmên xwe, dewam bikin. Her wiha em ê rêya şehîdên xwe bişopînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Eşref El-Hîlal
Navê Bav: Seîd
Navê Dayikê: Muîne
Cih û dîroka jidayikbûnê: Ewseclî ya Mezin, 15 Sibat 1976
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic, 24 Cotmeh 2016
Cih û dîroka şehadete: Minbic, 11 Mijdar 2020