Eşîrên li Efrînê li dijî artêşa Tirk banga berxwedanê kirin

Rûspiyên eşîrên li herêma Efrînê, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek dan û banga berxwedanê li eşîr, kesayet û gelan kir.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan ên herêma Efrînê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyek dan.

Şêx û rûspiyan Ii pêşiya Navenda Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Sûriyê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn. Li wir li ser navê rûspiyan Ekrem Bekir daxuyanî xwend.

‘DIVÊ HEMÛ EŞÎR Û KESAYETÊN BIRÛMET LI DIJÎ ARTÊŞA TIRK BISEKININ’

Di daxuyaniyê de bang li hemû eşîr û kesayetên birûmet ên li Sûriyê hate kirin ku li dijî kiryarên artêşa Tirk a dagirker bisekinin û wiha hate gotin: "Ev êrîş bi armanca dagirkirina beşeke din ji xaka me û li herêmê derxistina fitneyan e."

Di berdewama daxuyaniyê de li dijî kiryarên guhartina demografiyê û siyaseta Tirkkirinê ya AKP li Sûriyê dike, bang li her kesê hat kirin ku piştgirî bidin eşîrên herêma Efrînê.

Her wiha bang li aliyên peywendîdar û dewletên garantor jî hate kirin ku li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker bi erka xwe rabin û gelên herêmê jî yekîtiya xwe ava bikin.