Ermenên ji Serêkaniyê dîsa li ser rêyên tehcîrê ne

Ermenên ji Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk dîsa ketin ser rêya koçberê gotin, ''Erdogan senaryoya bapîrên xwe dubare dike'' û domandin, ''Heke hesabê komkujiya Osmaniyan bihata pirsîn dewleta Tîrk îro heman tişt dubare nedikir.''

Piştî ku êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Serêkaniyê ya Rojava Ermenên ku sala 1915'an dewleta Osmanî qira wan anîn niha dîsa ketine rêyên koçberiyê û talokeya qirkirinê li ser wan heye. Bi êrîşa ser Serêkaniyê re 30 malbatên Ermen dîsa ketine ser rêya koçberiyê.

Ermenên Serêkaniyê  gotin hêzên navnetewî ji ber ku li dijî komkujiyên Tirkan bêdeng in û hesab napirsin ev dewleta Tirk wêrek dike û gogin, ''bi şermezarkirinê pêşî li komkujiyê û dagirkeriyê nayê girtin.''

HEKE HESAB BIHATA PIRSÎ

Welatiyê Ermen ê bi navê Waîl Oseb ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên El Qaîde yên bi Tirkan re ji bêgavî ji Serêkaniyê koç kirî, ku pêşiyên wî ji ber qirkirina 1915'an koçî Kobanê kirin û piştre li Serêkaniyê bi cih bûne gotin, ''Em ji Osmaniyan xilas nebûn. Milyonek û nîv Ermen qir kirin. Li gel ku ew qas sal derbas bûne jî ti kesî li dijî vê dengê xwe dernexist. Kesî hesab nepirsî heke hesabê komkujiyan ji Osmaniyan bihata xwestin îro dewleta Tirk wê nikarîbûna vê bike.''

Oseb diyar kir ji ber êrîşên dewleta Tirk bi sed hezaran mirov koçber bûne, Tirkan û çeteyên wan li mal û talana gel dane û got ew Ermen, Kurd, Ereb û Sûryan dixwazin li malên xwe vegerin û dagirkerî bidawî bibe.

HER KES ŞERMEZAR DIKE, KES GAVAN NAVÊJE

Li bara bêdengiya cîhanê ya li ser dagirkeriya qirker a Tirk Oseb got,''Li bara tiştên ku Erdogan dike her kes bêdeng e. Emerîka, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û Ewropa dibêjin ew vê rewşê qebûl nakin û şermezar dikin. Şermezarkirin hêsan e, ez jî dikarim şermezar bikim, lê ti gavê navêjin. Dewleta Tirk her çekê davêje. Bêyî ku bibêje ev zarok e, jin e çekên qedexekirî fosforê jî davêje. Kesî li dijî vê dengê xwe nekir.''

'TRÛMP DESTÛRA ÊRÎŞAN DA'

Oseb her wiha got  heke Trûmp destûr nedabûya Erdogan wê nikarîbûna êrîşê bîne, wî destûr daye û Erdogan êrîş aniye ser Serêkaniyê. Oseb got, ''Em vê qebûl nakin. Bi rexnekirina Erdogan bi şermezarkirinê nabe. Ji ber ku di genetîka wan de komkujî heye.''

'JI BÊGAVÎ ME MALA XWE BERDA'

Birayê Waîl û Cezayir Oseb Xelîl Cemîl jî dibêje roja sêyan a êrîşên dagirker ji bêgavî ji bajêr derketine û got, ''Em Ermen, Kurd û Ereb bi hev re dijiyan. Bi balafir û topan êrîş anîn ser me. Em tirsiyan û me mala xwe berda.''

'EM DIXWAZIN VEGERIN SER XAKA XWE'

Cemîl herî dawî got kurekî wî li nav YPG'ê û kurekî dî li nav Sutoro berevaniyê li xakên xwe dikin û got, ''Em dixwazin vegerin ser xaka xwe. Lê heta ku dewleta Tirk û çete li wir bin em nikarin vê bikin.''