Ermenê ji Tirbêspiyê: Li dijî komkujiyan em bibin yek

Skender Sebrî yê ji Tirbêspiyê got, ''li dijî komkujiyan em bibin yek''.

Malbatên Ermenan, di salvegera Qirkirina Ermenan de têkilî qirkirinê axivîn.

Skender Sebrî yek ji wan Ermenan e ku ji ber zor û zehmetiyan ji Dêrikê ya Mêrdînê derbasî Dirbesiyê yê Rojava û ji wir jî derbasê Tirbêspiyê dibe.

'LI DÊRAZORÊ 1 MILYON ERMEN HATIBÛN KUŞTIN'

 Sebrî dibêje li Dêrika ya Mêrdînê ji malbata wan re Dadoyî digotin, piştî qirkirina Osmaniyan ji malbata wan kes nemaye, tenê bavê wî maye û ji wir derbasî Sûriyê bûye, pêşî hatiye Dirbêsiyê û ji wir jî derbasî Tirbêspiyê bûye.

Sebrî dibêje 24'ê Nîsanê li Mêrgê (Mêrgê herêmeke di navbeyna Hesekê û Dêrazorê de ye)weke dîrokeke temslî ya ku kesên ku hatine qirkirin tê bibîranîn, 1 milyon Ermen li wir hatibûn qetilkirin. Sebrî dibêje, ''Li Mêrgê ku bi Erebî jê re Xevse dihate gotin me bi bîr dianîn lê iştî ku komên terorîst ên mîna DAÎŞ'ê hatin her kesî li bajarê xwe ev bîranîn kir. Em jî bîranîna xwe li Qamişlo dikin.

Em hemû tevlî van bîranînan dibin, mirovên me yên pêşengên dîn, gel, her kes tevlê dibe, em hewcehiyên dînê xwe bi cih tînin. Li  Mêrgê cihê me yê îbadetê heye. Ji her deverê gel tê Mêrgê, ji Bêrût, Misir, Ermenîstan, Iraq, Tirkiyê û ji Ewropayê dihatin. Wê rojê her kes dihat, piştre her kes vedigeriya. Qira Ermenanan li wir bûbû.''

'EM BIBIN YEK'

Sebrî herî dawî wiha got:

''Ez cejna bihurî ya Ermenan pîroz dikim. Divê em hemû bibin yek. Em dema ku diçûne cihê ku 24'ê Nîsanê hatibû qirkirin, dema ku me hestiyên qirkiriyan didît kezeba me dişewitî, em xemgîn dibûn, digiriyan. Divê li dijî komkujiyan em bibin yek, bibin hevrê.''