Di êrîşa dewleta Tirk de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirin şehîd bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de, 2 endamên wan şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de, 2 endamên wan şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa îro ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê daxuyaniyek da û da zanîn ku balafirê sivîlên hewldane birîndaran xilas bikin, kiriye hedef.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûye.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên hovane yên li ser herêmên me didomîne. Îro piştî nîvro li ser rêya navbera bajarên Qamişlo û Amûdê wesayîteke hêzên me bi balafireke bê mirov hedef girt û di encamê de 2 hevalên me şehîd bûn.
Balafirên keşfê hemwelatiyên ku hewl didan birîndaran xilas bikin jî bombebaran kir û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Agahiyên berfireh wê piştre bi daxuyaniyekê bê ragihandin.”