'Erdogan bavê rûhanî yê DAÎŞ'ê ye'
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, "Heta ku Erdogan li ser hikum be wê DAÎŞ neqede. Erdogan bavê rûhanî yê DAÎŞ'ê ye."
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, "Heta ku Erdogan li ser hikum be wê DAÎŞ neqede. Erdogan bavê rûhanî yê DAÎŞ'ê ye."
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer bal kişand ser zêdebûna êrişên DAÎŞ'ê yên vê dawiyê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Hesen Koçer di destpêkê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Meclîsa Şengalê û bêdengiya hikumeta Iraqê nirxand, "Ev êrişên dawî yên li ser Şengalê bêguman encama tifaqa dewleta Tirk, PDK û hikumeta Iraqê ye. Êriş ji bo şikandina îradeya xelkê Êzidî ye. Êrişa li ser Hevserokê meclîsê û piştre jî bombekirina avahiya Meclîsê nîşaneya rabûna li ber rêveberiya Şengalê ye.
Yên ku Şengal di nava komkujiyê de hiştin PDK û hikumeta Iraqê ye. Tevî ku li Şengalê ala Iraqê heye jî dewleteke din tê êrişî welatiyên Iraqê dike. Eger Iraq li hemberî vê bêdeng e hingî îrade û hêza xwe dike mijara nîqaşê. Eger dewletek xwedî biryardarî û hikumeteke xurt be hingî destûrê nade ku dewleteke cuda bê ji derve êrişî welatiyên wan bike. Dewleta Iraqê bi dewleta Tirk re di nava tifaqê de ye, bêguman PDK jî di nav de ye. Bi vî rengî dixwazin îradeya xelkê Êzidî bişikînin.
Naxwazin xelkê Êzidî xwe bi rê ve bibin. Bi zexta li ser xelkê Êzidî dixwazin careke din di nava her cûre komkujî û qirkirinê de bihêlin. Berpirsyarê komkujiya ku 3'ê Tebaxa 2014'an li xelkê Êzidî hate kirin PDK ye. Li gel hevalbendên xwe careke din êriş dike û dixwaze xelkê Êzidî bitirsîne, bêîrade bihêle, bêrêveberî û bêmeclîs bihêle. Peyama êrişa li ser Meclîsa Şengalê wiha ye; ji xelkê Êzidî re dibêjin 'em meclîsa we qebûl nakin'. Di vê de destê PDK'ê jî heye. Bi tifaqa hevpar a bi rêveberiya Iraqê re naxwazin ku xelkê Êzidî bibe xwedî îrade.
Bêdengiya li qada navneteweyî jî di nava vê armancê de ye. Koalîsyona Navneteweyî digot ku xelkê Êzidî divê were parastin, lê belê di nava bêdengiyeke mezin de ye.
Şengal nêzî sînorê dewleta Tirk nîne. Ti elqeya dewleta Tirk pê re nîne. Dewleta Tirk çima niha êrişî Şengalê dike? Dixwaze tişta ku DAÎŞ'ê nîvco hiştiye temam bike. DAÎŞ'ê dixwest ji kokê ve qir bike, lê jê nehat. Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze ya ku DAÎŞ'ê nîvco hiştiye temam bike. Ya ku tê xwestin bê kirin ev e, divê ev yek baş bê fêhmkirin. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan bi temamî qir bike. Êrişên li ser Şengalê êrişên ji bo tunekirina gelê Kurd a bi temamî ye. Dixwazin koka gelê Kurd tune bikin. Dixwazin çanda Kurdan tasfiye bikin. Bi heman rengî êrişî Rojava jî dikin; ji bo Kurd nebin xwedî îrade. Êrişên li ser Şengalê jî bi heman rengî ye; ji bo înkar û qirkirina gelê Kurd e. Ev rastî divê were fêhmkirin."
Li ser bêdengiya rêveberiya Iraqê jî Hesen Koçer wiha axivî: "Eger balafireke Iraqê li ser dewleta Tirk bifire wê çi bibe? Dewleta Tirk wê qiyametê rake. Wê demê Iraq nikare hukmê xwe biparêze. Hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî digotin ku wê xelkê Êzidî biparêzin, lê belê îro xelkê Êzidî tê qetilkirin û ew tenê lê temaşe dikin."
Hesen Koçer her wiha anî ziman ku hin kesên bi navê PDK'ê xwe firotine vala diaxivin û got, "Divê Êzidî xwe ji kesên bi vî rengî biparêze. PDK ji xwe bi temamî bi dewleta Tirk re tevdigere. Êrişî gelê Kurd dike, komkujiyan dike û tenê lê temaşe dike. Eger xelkê Êzidî bê îrade, bê rêveberî û bê hêza leşkerî bimîne, wê komkujiyên nû li Êzidiyan bê kirin. Ji aliyê madî û manewî çi pêwîst be em amade ne ji bo xelkê Êzidî bikin. Ji bo komkujiyên nû rû nedin, divê hêza leşkerî ya hatiye avakirin bê parastin."
Li ser êrişên vê dawiyê yên DAÎŞ'ê yên li Kerkûkê û hin herêmên li derdorê Hesen Koçer wiha axivî:
"Me berê jî li ser jinûve tevgerbûyîna DAÎŞ'ê hin tespît kiribûn. Rewşa ku li Kerkûkê rû daye, vê nêrîna me piştrast dike. Dibe ku li hin deverên din jî xurt bibe.
DAÎŞ sûdê ji çi werdigire? Ji aliyê madî û leşkerî ve tê xwedîkirin. Bi taybetî dewleta Tirk vê dike. Niha li deverên di bin destê dewleta Tirk de ne, bi taybetî li tevahiya herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çete hene, ew çete jî DAÎŞ e. Xwe di bin sîwana dewleta Tirk de bi rêxistin kirine û dikarin dest li her derê werdin.
Eger êrişên li ser Kerkûkê bi rastî jî bên lêkolîn û rastî bên vegotin wê bê dîtin ku yekser ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatine kirin. Fermanên xwe hemûyan ji dewleta Tirk digirin. Fermana ku wê êrişî ku derê bikin ji dewleta Tirk digirin. Di êrişa dijî Kobanê de serçeteyê DAÎŞ'ê mikur hatibû ku dewleta Tirk ji wan xwestibû ku êrişî Kobanê bike, ne bi vî rengî bûya niha Sûriye bi temamî di destê wan de bû. Ev êrişên li ser Kerkûkê jî bêyî agahiya dewleta Tirk nebûne."
Li ser zemîna jinûve tevgerbûyîna DAÎŞ'ê, Hesen Koçer wiha axivî:
"Du sedemên xwe hene. Ya yekemîn; ji ber valahiya li Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber siyaseta PDK'ê krîzeke giran a aboriyê heye. Zemîna nelirêtiyê dibe sedem ku DAÎŞ jinûve bi tevger bibe. Mirovan dikirin, dikin leşker.
Sedema duyemîn jî ew e ku nakokiyên li Iraqê zemînê jê re çêdikin. Tevlîbûna li hilbijartinê gelekî kêm bû. Li gorî demokrasiyan rewa jî nîne."
Hesen Koçer diyar kir ku eger DAÎŞ êrişên xwe bi vî rengî dewam bike dikare gelek bajaran bi dest bixe û got, "Dema ku zemîna PDK û Iraq jê re çêdike û piştgiriya dewleta Tirk lê bê zêdekirin hingî qada bandorê ya DAÎŞ'ê wê berfireh bibe. Divê Koalîsyona Navneteweyî vê baş fêhm bike. Serkêşê DAÎŞ'ê Erdogan bi xwe ye û heta li ser hikum be wê DAÎŞ neqede. Erdogan bavê rûhanî yê DAÎŞ'ê ye. Erdogan, DAÎŞ û Îxwanî Mislimîn xwedî heman fikir û mejî ne. Ev ne ji aliyê siyasî, lê ji aliyê fikrî ve bi hev ve girêdayî ne."