Enternasyonalîstên YPG'î: Ji bo parastina nirxan divê em têbikoşin
Enternasyonalîstên ku ji 20 welatên cuda hatin qada Şoreşa Rojava wiha gotin, "Li Rojava tiştên gelekî bedew diqewimin. Ji bo parastina van bedewiyan ji êrişan, divê em têbikoşin."
Enternasyonalîstên ku ji 20 welatên cuda hatin qada Şoreşa Rojava wiha gotin, "Li Rojava tiştên gelekî bedew diqewimin. Ji bo parastina van bedewiyan ji êrişan, divê em têbikoşin."
Enternasyonalîstên ji Meksîka, Îngilistan, Emerîka û Fransayê qala sedema hatina xwe ya li Rojava kirin û bal kişandin ser metirsiya li ser herêmê.
Şerzan Mora ji Meksîkayê ye. Beriya 2 salan hatiye Rojava. Şerzan anî ziman ku 2 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û qala têkoşînê kir: "Ji dema ku hatime Rojava û vir ve guhertina herî mezin a ku bala min kişand ev e: Em li vê derê êdî li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer dikin. Her wiha dixwazim ji raya giştî re bêjim ku li vê derê tenê şer nîne.
Li vir di heman demê de şoreşa jinê, şoreşa civakê heye. Li vir tiştên gelekî bedew hene. Ji şer û zehmetiya wêdetir gelek tişt hene. Ji bo piştevaniyê her kes dikare bê vê derê. Tevlî karên civakî yan jî leşkerî bibin. Eger nikarin ji welatê xwe derkevin jî li cihê ku lê ne dikarin piştgiriyê bidin me. Li ser medya dîjîtal komên piştgiriyê dikarin bêne avakirin û zext li ser dewleta Tirk bê kirin. Yanî gelek tiştên bêne kirin hene."
ROLA TEVGERA JINÊ BI BANDOR E
Şoreş Qereçox ji Îngilistanê ye. Beriya demeke kurt hatiye Rojava. Yek ji endamê Tabûra Enternasyonalîstan a YPG'ê ye.
Şoreş bi vî rengî qala êrişên dewleta Tirk û Şoreşa Rojava dike: "Beriya 2 mehan hatim Rojava. Dema hatim vê derê min dît ku balafirên keşfê yên Tirk êrişî qadên sivîlan dike. Min êrişên li ser Til Temirê, li ser Qamişloyê dît. Êrişî malan dikin, zextê li gel dikin ku koç bike. Bi rêya vê yekê pirsgirêkên li Rojava têne mezinkirin. Tişta ku li Rojava herî zêde bandor li min kir, îradeya gel e ku li dijî faşîzmê li ber xwe dide. Her wiha hewldanên ji bo avakirian demokrasiyê û bandora xurt a tevgera azadiya jinê bala min kişand.
Ji bo piştgirî bê dayin divê çi bê kirin? Li Îngilistanê û welatên din alîkarî dikare bê kirin, çalakiyên ji bo piştgiriyê dikarin bên lidarxistin. Têkildarî kiryarên dewleta Tirk ên li vê derê di heman demê de têkilî bi me re dikare bê danîn. Dikarin tevlî karên leşkerî û civakî bibin. Eger nikarin bêne vê derê li ser medya dîjîtal dikarin me bişopînin û piştgiriyê bidin. Li ser rewşa li vê derê agahî dikarin bêne parvekirin û bala raya giştî bikişîne ser vê derê."
Faysal Derwîş ji Emerîkayê ye. Beriya 4 mehan hatiye qada şoreşê ya Rojava. Wiha qala vê qadê dike: "Li vê derê tişta ku di nava şoreşê de bandor li min kir, têkiliya şoreşê ya bi civakê re ye. Mîna sîstemên dewletê ji jorê ber bi jêrê ve sîstemekê ava nake. Pêla demokratîk a heyî ya li nava civakê tê xurtkirin. Di nava şoreşê de nêzîkatiyeke bi vî rengî heye. Di wê baweriyê de me ku bi taybetî enternasyonalîst mirovahî hemû pêşketinên gelekî girîng ên li vê derê dibînin. Gelekî bi wate ye ku mirov dibîne bi hêza gel şoreşek çawa dikare bê kirin. Mirov hêzê werdigire. Her wiha ji bo bandora dagirkerî û emperyalîzmê ji ser mirovan bê rakirin roleke mezin dilîze."
JI BO AŞTIYA HERÊMÊ DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN
Şervanê Fransî Hogir jî li ser sedema hatina xwe ya Rojava û çavdêriya xwe wiha dibêje: "Ez tevlî Şoreşa Rojava û berxwedana gel bûm. Ji bo tevlî berxwedana li dijî dewleta Tirk a faşîst û têkoşîna li dijî çeteyên wan bibim, hatim vê derê. Dewleta Tirk Efrîn dagir kir, talan kir. Her wiha avê li ser herêmê qut dike. Her wiha li deverên çiyayî yên navbera Iraq-Îranê çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev yek sûcê şer e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in dîl digire û bi rengekî girankirî tecrîd dike, mîna Nelson Mandela. Ji bo aştî bê herêmê divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.
Divê têkoşîn bê meşandin û em kiryarên Erdogan û hikumeta wî yên li hemberî gelê Kurd bibînin. DAÎŞ tevî ku gelekî lawaz bûye hîn jî gefê li Rojava dixwe. Ji ber vê yekê tevlî nava Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê bûm. Şoreşa li Rojava li gel dijberiya xwe ya li kapîtalîzmê ji aliyê cewherî ve şoreşa jinê ye, şoreşeke ekolojîk e. Hûn jî tevlî vê şoreşê bibin."