Endamên Meclîsa Navçeya Amûdê çalakiya li Sêmalkayê wergirtin

Endamên Meclîsa Navçeya Amûdê di roja 68’an de çalakiya li Sêmalkayê wergirtin.

Çalakiya li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi deste hêzên PDK'ê hatin şehîdkirin, di roja xwe ya 68’an de bi biryardarî dewam dike.

Îro koma Dêrikê çalaki dewrî endamên meclisa Amûdê kir. Koma Dêrikê pêşwaziya endamên meclisê kir û heta konê çalakiyê li gel dirûşman meşiyan.

Li ser navê şêniyên Amûdê li ber konê çalakiyê endama meclisa navçeyê Şîrîn Dirbaz axivî. Şîrîn got: "Rayedarên PDK'ê dibêjin cenazeyên şehîdan li cem wan nîn in. Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin û ji bo wergirtina cenazeyên wan em li vir in. Bila hemû dinya bizane ku Kurd êdî ne wekî berê ne. Barzanî bi hevkariya Erdogan cenazeyên şehîdan vedişêre. Em gelê Kurd em ê li vî konê çalakiyê bin û heta ku cenazeyên xwe wergirin em ê çalakiya xwe bidomînin."

Endama Kongra Star û endama meclisa navçeya Amûdê Sureya Hisên jî got: "Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Heke hewce bike, heta ku em cenazeyên xwe hildin em ê bi salan li vir bimînin. Heke bêhurmetî li cenazeyan kiribin, bila bêjin. Dibêjin cenazeyên wan nîn in, li cem dewleta Îranê ne. Çi eleqeya Îranê heye? We ew şehîd kirin û cenazeyên wan bi we re ne. Vê yekê dijmin jî nake. Bi Erdogan re hevkariyê dikin, lê ji wî jî xerabtir bûne."