Endamên HPC’ê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Endamên Hêzên Parastina Civakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Girkê Legê heta navçeya Çilaxayê meşiyan.

Meş ji Qada Azadî ya bajarê Girkê Legê dest pê kir û meşvan heta bajaroka Çilaxa meşiyan ya ku 14 km dûrî bajarê Gikê Legê ye. Di meşê de, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) dirûşmeyên”Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin” bê navber berz kirin. Her wiha di meşê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan hatibûn bilindkirin.

Meşvan li navçeya Çilaxa ji aliyê şêniyên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin. Meş li Qada Şehîd Mehsûm a li naverasta navçeyê veguherî mitîngê.

Mitîng bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên HPC`ê Bera Xişo daxuyaniyek da.

Bera Xişo diyar kir ku temen çi dibe bila bibe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê her tiştî feda bikin.

Bera destnîşan kir ku berxwedana ku Rêber Apo di zindana Îmralî de dide meşandin, ew  ji bo gelê xwe û mirovahiyê ye û girêdana gelan bi wî re teqez dike ku ew nûnetiya îradeya azad û serbixwe dike.

Bera Xişo di dawiyê de ev tişt got:"Hêzên komploger ji bo serxweriya xwe ferz bikin, hewl didin hemû tevger û şoreşên Kurdan tine bike. Lê bi fikr û felsefeya Rêberê me, em di şoreşa Rojava de bi ser ketin û rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş hate bicihanîn.”

Mitîng bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.