Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê şehadeta endamê xwe Ehmed El Keleş ragihand.

Navenda Giştî ya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan li Dêra Zorê şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye:

“26'ê Nîsanê endamekî me li kantona Dêra Zorê dema ku erka xwe pêk dianî şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ehmed El-Keleş
Navê bav: Elî
Navê dayîkê: Zekiye
Cih û dîroka tevlêbûnê: El-Bisêra, 30.12.2017
Cih û dîroka şehadetê: El-Sebha, 26.4.2022"

Navendê di daxuyaniyê de sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da heta ku aştî û ewlehî li herêmê bi giştî pêk were.