Endamê Meclîsa El Hisên hate kuştin
Endamekî Meclîsa El Hisên a taxa El Siwer a Dêra Zorê hate kuştin.
Endamekî Meclîsa El Hisên a taxa El Siwer a Dêra Zorê hate kuştin.
Kesên nenas avêtin ser mala endamê Meclîsa Şaredariya El Hisên Abdulazîz el Xelef û lê reşandin. El Xelef li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li ser rêya El Siwerê, kesên nenas ên li ser motorsîkletê hewl dan ji xebatkarên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Abduljaleel Salih El Hemedî bikujin. Salih El Hemed birîndar bû û niha li nexweşxaneyeke Hesekê tê dermankirin.