Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Îbrahîm Mistefa Îbrahîm ji ber nexweşiyê de şehîd bû.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Endamê me Îbrahîm Mistefa Îbrahîm li Kobanê ji ber nexweşiyê şehîd bû. Şehîd Îbrahîm, endamekî çalak bû, bi ruhekî durist û hezkirina welêt erka jê dihat xwestin, dianî cih."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Îbrahîm Îbrahîm

Navê bav: Mistefa

Nave dayîkê: Zelîxe

Cih û dîroka tevlêbûnê: Baxdik, 04.02.2015

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 11.01.2024