Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl El Ebid şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Îsmaîl El Ebid li başûrê Çemê Firat şehîd bûye.

ŞEHÎD ÎSMAÎL EL EBID

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê şehadeta endamê xwe Îsmaîl El Ebid ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevreyê me yê leheng Îsmaîl El Ebid dema erka xwe ya welatparêzî ya parastina ewlehiya herêmê pêk dianî, şehîd bû. Hevreyê me Îsmaîl li herêma Sebxa ya li aliyê başûrê Çemê Firatê li cihekî hevalên me di êrîşa komeke çekdar de şehîd bû. Şehîd Îsmaîl ji dema tevlîbûna xwe ya nava hêzên me ve nimûneya dilsozî û wefadariyê bû. Hevreyê me Îsmaîl heya kêliya dawî peyama parastina welat da.

Bila serê malbata şehîd sax be. Em ji gelê xwe re teqez dikin ku dê xwîna şehîdên me vala neçe. Em ê bi israr mîsyona xwe ya parastina welatê xwe ji tevahî xetereyan bidomînin."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û Paşnav: Îsmaîl El Ebid

Navê Dayikê: Xatûn

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 1984

Cih û Dîroka Têvlêbûnê: Reqa, 21.04.2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Sebxa, 10.12.2024.