Endamê DAÎŞ’ê yê ku plansaziya qetlîama Qamişloyê kirîbû hate kuştin

Berpirsê êrîşa bombeyî ya di 27’ê Tîrmeha 2016’an de li Qamişloyê hatibû kirin û emîrê çeteyên DAÎŞ’ê bi operasyoneke taybet a yekîneyên Antî Teror ê YPG’ê li Dêra Zorê hate kuştin.

 Yek ji serçeteyên DAÎŞ’ê Hisên Ayîd El Bilêbil Ebû El Welîd di sala 2016an de komkujiya li taxa Xerbî ya Qamişlo plan kiribû. Piştî ku demek dirêj hate şopandin, li Dêrazorê bi operasyoneke taybet ya Yekîneyên Antî-Teror hate kuştin.

El Welîd ji yekem kesên ku destpêkê tevlî Cebhet El-Nûsra bibû, di sala 2013’an de jî tevlî DAÎŞ’ê bibû. Welîd li gelek herêmên di bin kontrola DAÎŞ’ê de bi salan weke berpirsiyarê asayîşê kar kir. Piştî rizgarkirina Til Hemîs û Til Berak derbasî Şedadê bû. Dema ku Şedadê jî ji alî QSD’ê ve hate rizgarkirin weke serçete çû Reqayê û li wê derê çalakiyên bombeyî yên li dijî sîvîlan plan kir. Demeke dirêj li Reqayê, yekîneyên veşartî bi rê ve bir. Di Tîrmeha 2016’an de bi talîmat û plansaziya wî li Qamişlo li dijî sîvîlan, bi kamyoneke bombebarkirî êrîş pêk hat.

Hate hînbûn ku piştî Rizgarkirina Reqayê Welîd derbasî Dêra Zorê bûye û li vir jî di plankirina gelek êrîşên çeteyan de cîh girt. Yekîneyên Antî-Teror (Y.A.T.) demek beriya niha cîhê wî yê li bajaroka Bûseyra ya Dêre Zorê tespît kiribû. Di encama şopandina bi mehan de, bi operasyoneke taybet El Welîd hate kuştin.