Encamnameya komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî eşkere bû

Encamnameya 3'emîn Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ku li Kobanê pêk hate, hate eşkerekirin.

Komxebat bi beşdariya 148 kesî pêk hat û piştî nîqaşa du rojan encamnameya wê hate eşkerekirin.

Encamname ji aliyê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratî (MSD) Emîne Umer ve hate xwendin.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

"Li ser vexwendina MSD'ê bi dirûşmeya (Ji hevpeymana civakî ya Sûriyeyê ber bi serdema demokratîk a nû ve) bi sedan nûnerên hêz, partî, saziyên sivîl û çalakgerên Sûriyeyê yên serbixwe beşdarî komxebatê bûn. Ji bo Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî li Kobana Sûriyeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn.

Di komxebatê de serketinên QSD'ê yên li dijî terorê hatin silavkirin. Beşdaran di nava du rojan de mijara destûr û nexşerêya çareseriya Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Beşdaran li ser rêgezên bingehîn ên destûra nû ya Sûriyeyê ya komîteya amadekar pêşkêş kiriye, lihev kirin, diyar kirin ku pêwîste destûr xak û yekîtiya Sûriyeyê misoger bike, pergeleke siyasî, demokratîk û Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêk were.

Beşdaran her wiha bi cidiyet projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin û wekî projeyeke girîng ku dikare Sûriyeyê ji aloziya heyî derxîne bi nav kirin û gotin, divê ev proje li tevahî Sûriyeyê pêk were. Beşdaran diyar kirin ku nexşereya çareseriya alzoiya Sûriyeyê ji girtekên destpêkê li ser bingehên siyasî pêk tê. Li ser wê dê aloziya Sûriyeyê li ser esasê çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî têkildar, di serî de biryara bi hejmara 2254 çareser bibe.

Beşdarên komxebatê her wiha teqez kirin ku ji bilî çareseriya siyasî ku hemû aliyên opozisyonê û hêzên niştimanî yên demokratîk ên laik bêne beşdarkirin tu alternatîfa çareseriyê nîne. Bi vê yekê aştî, aramî û ewlehî li Sûriyeyê, herêmê û cîhanê wê pêk were.

Beşdaran bang kirin ku pêwîste hemû rengên dagirkerî û hebûna kesên biyanî li ser xaka Sûriyeyê were bidawîkirin. Ji Efrînê heta Lîwa Eskenderon, Colana dagirkerî û tevahî herêmên ku di demên dawî de ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Ne ji mafê tu kesî ye li ser xaka Sûriyeyê tazîmat bide anî jî beşdarî dewleteke din bike.

Beşdaran teqez kirin ku bi armanca xurtkirin û pêşxistina nêrîna opozisyona Sûriyeyê divê rêzediyalogên Sûrî werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk veguhere navenda balkişandineke netewî û demokratîk ku yekrêziya opozisyona Sûriyeyê ava bike xeta danûstandinên ji bo veguhertina ber demokrasiyeke radîkal ve bi rêve bibe.  Beşdaran gotin, MSD û Komîteya Şopandina ji bo berfirhekirina danûstandina bi her aliyên  Sûrî, Erebî, herêmî û cîhanê erekedar kirin da ku kongreyeke niştimanî Sûrî giştî were lidarxistin."