Encamnameya komcivîna li ser dagirkeriya li Efrînê

Komcivîna li ser paqijiya etnîkî û guhertina demografîk a li Efrînê, bi xwendina encamnameyê qediya.

Komcivîna navneteweyî ya der barê paqijiya etnîkî û guhertina demografiya Efrînê, 2, 3 û 4'ê Kanûnê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê pêk hat. Komcivîn bi xwendina encamnameyê qediya.

Encamname ji aliyê profesora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û Rojhilata Navîn Fereh Sabir ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

"Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên wê ve, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi tevlîbûna hejmarek navendên belgekirin û rêxistinkirinên hiqûqî dest bi belgekirina binpêkirinan, navên qurbaniyên sivîl ên şehîd û birîndar, her wiha wêrankirinê kir.

Her wiha êrîşên li dijî kadroyên tenduristiyê, saziyên giştî û deverên çalak; wekî dibistan, firne, xetên ava vexwarinê, deverên şûnwarî, konvoyên piştgiriyê yên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê diçûn Efrînê ku bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk ên ne mirovî hatin belgekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagir kirin rewşeke dagirkirî ferz kirin, ku hewl didin bi vê yekê beşek ji xaka Sûriyeyê tevlî Tirkiyeyê bike. Li ser vê desthilatdariya dagirkeriyê û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî niştecihên resen dewam kirin, polîtîkayên koçberkirin, revandin, kuştin, dizî desteserkirina mal û milkên welatiyan, li gel wê polîtîkayên asîmîlekirinê  dane meşandin. Navên gund, bajarok û deverên din guherîn Tirkî, meteryalên zimanê Tirkî li dibistanan ferz kirin. Her wiha deverên dîrokî ku nasnameya şarestaniya herêmê diyar dike rûxandin, bi wateyek din endizyariya demografîk li gorî siyaseta dagirkeriya Tirkiyeyê  ji nû ve xêz dike.

Ji ber xeteriya polîtîkaya paqijiya etnîkî û guhertina demografîk li Efrînê û her wiha li gel bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van polîtîkayan, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk me pêwîstî bi lidarxistina komcivîneke navdewletî dît ku binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Efrînê teşîr bikin û dengê gelê Efrînê, belgekirina dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê bighînin civaka navdewletî, rêxistin û desteyên mafê mirovan.

Komcivîna me bi amadebûna zêdeyî 150 akademisyên, siyasetmedar, hiqûqnasan li dar ket. Her wiha hin kesayetên din ji deverên cîhanê bi rêya skype û qeydên dîmen beşdarî komcivînê bûn.

Di van nîqaşan de çawaniya rawestandina guhertina demografîk hatin gotûbêjkirin û gavên ber bi rizgarkirina Efrînê ve bi hemû rêbazên siyasî, çandî, aborî, civakî û dîrokî hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşên berfireh me li ser van pêşniyaran li hev kirin.

- Heta dagirker ji Efrînê werin qewitandin komcivîn, kongre li welatên xwedî giraniyeke herêmî û navdewletî werin lidarxistin. Navend amade ye ku piştgiriya van çalakiyan bike.

-Komîteyek ji hemû nasnameyên cuda were avakirin da ku biryar û pêşniyarên komcivînê bişopînin.

-Navenda belgekirina kiryarên Tirkiyeyê li Efrînê were vekirin.

-Xebatên doplomasiyê li rêxistinên fermî û yên ne fermî ji bo Efrînê bêne xurtkirin.

-Komîteyeke qanûnî were avakirin, erka komîteyê gilînameyan radestî dadgehên navdewletî bike û binpêkirinan li gel saziyên hiqûqî yên navdewletî û rêxistinên civaka navdewletî belge bike.

-Saziyek ragihandinê were avakirin ku binpêkirinên dewleta Tirk teşhîr bike.

-Piştgirî bi gav û tedbîrên ku vegera niştecihên Efrînê li warê xwe mîsoger bike bê kirin. Her wiha milkên şêniyên Efrînê ku hatine desteserkirin li gorî rêbazên rewa û qanûnên navdewletî û peymanên mirovî werin vegerandin.

-Bang li gelê Kurd, gelê Sûriyeyê û dostên wê werin kirin ku çalakiyên xwe yên bi armanca rizgarkirina Efrînê (Çiyayê Kurmênc) xurt bikin û rojek wekî piştgiriya Efrînê were ragihandin.

-Banga ferzkirina qedexekirina hawayî li herêmên Bakurê Sûriyeyê bê kirin da ku tecrûbeya Efrînê neyê dubarekirin.

-Navên fermandarên leşkerî yên Tirkiyeyê û çeteyên wê ku êrîşî Efrînê kirine werin belgekirin da ku sewqî dadgeha navdewletî werin kirin.

-Bang li saziyên mafên mirovan ên navdewletî were kirin da ku bi awayekî lezgîn alîkariyê ji şêniyên Efrînê re yên li Şehbayê bişînin."