Emîrê DAÎŞ'ê: Me leşkerên Tirk ên li Suleyman Şahê dibir û dianîn

Emîrê DAÎŞ'ê Ebû Hacir diyar kir, dema ku sala 2014'an wan Tirba Suleyman Şah dorpêç kirin, karê dewr-teslîm ên leşkerên Tirk ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê yên dîl di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne, li têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk re mikur tên. Endamên DAÎŞ'ê yên dîlgirtî dibêjin, li dadgeheke navneteweyî ya ji bo darizandina wan bê avakirin, wê van têkiliyan vebêjin.

Bîlal Mihemed Ebû Hacir ku piştî nêrînên selefî nas kir, sala 2014'an ji Fasê hat û tevlî DAÎŞ'ê bû, ji wê rojê ve bi rengekî çalak cihê xwe di nava rêxistinê de girt. Emêrê DAÎŞ'ê Ebû Hacir got, dema ku Tirba Suleyman Şah dorpêçkirî bû, karê katin û çûna leşkerên Tirk ji aliyê wan ve dihate kirin.

Bîlal Mihemed Ebû Hacir diyar kir, ew ji Balafirgeha Mûhammed Han a li Casablankayê çûye Balafirgeha Sabîha Gokçen a li Stenbolê, ji wir jî bi rêya hewayî derbasî Rihayê bûye û bêyî li astengiyekê rast bê, ji sînorê Kaniya Xezalan (Akçakale) derbasî Sûriyeyê bûye. Ebû Hacir dibêje ku wî li gelek herêmên Sûriyeyê wezîfe kiriye.

Emîrê DAÎŞ'ê radigihîne, dema di nava DAÎŞ'ê de bû li bejahiya bakurê Helebê bi gotina wî 'Rif Helebê' ew ji karê kolandina xendek, çeper, tunel û avakirina benden berpirsyar bû û li ser dewriyeya artêşa Tirk a li Cerablûsê û mijara Tirba Suleyman Şahê agahiyên girîng da.

'NE LIHEVKIRINA DESTPÊKÊ BÛ'

Bîlal Mihemed Ebû Hacir diyar kir, ew li herêmên Cerablûs, Bab, El Rai û Minbicê ji bicihbûna DAÎŞ'ê berpirsyar bû û li ser radestkirina Cerablûsê bêyî şer ji bo dewleta Tirk got, "Ebû Enes Iraqî berpirsyarê wê derê yê leşkerî bû. Biryar hate ji me re û me jî bêyî li ber xwe bidin xwe vekişandin."

Ji bo pirsa "Di encama lihevkirinekê de ev yek pêk hat?" bersiveke wiha da: "Ya ku hate kirin ne peymana destpêkê bû. Berê jî di navbera me de hin lihevkirin û peyman hebûn. Mesela Tirba Suleyman Şah, mesela teslîmkirina xebatkarên konsolosxaneya li Iraqê. Me xwe ji bo şer amade dikir, lê biryar hat, em jî vekişiyan. Eşkere bû ku li wir li hev hatiye kirin."

'HEVALÊN MÛCAHIR LEŞKERÊN TIRK DÎL GIRTIN'

Ebû Hacir anî ziman, piştî ku Pira Qereqozax û derdora wê ku Tirba Suleyman Şah jî lê bû ji komên Artêşa Sûriyeya Azad a Sûriyeyê (OSO) wergirt, di demeke kurt de hin hevalan leşkerekî Tirk dîl girtin. Ebû Hacir got, "Rojekê komek ji hevalên mucahir, ji muxahirên Ozbekistan û Tacîkistanê pêk dihat, li aliyê makber leşkerekî tirk êsîr girtin û anîn. Ew leşkerê Tirk radestî me kir. Piştî rojekê leşkerekî payebilind ê Tirk hat, bi yên me re hevdîtin kir û ew leşker teslîmî wan kirin û ew birin."

DAÎŞ'Ê WEZÎFEYA LEŞKERÊN TIRK DIGUHERAND

Dema ku Tirba Suleyman Şah li Qereqozaxê bû, li ser têkiliya wê demê ya DAÎŞ'ê bi leşkerên Tirk re, Ebû Hacir got, "Piştgiriya lojîstîk a leşkerên Tirk ên li herêmê, bi demên diyarkirî di dema guhertina wezîfeyê de dihate kirin." Ebû Hacir destnîşan kir ku guhertina wezîfeya leşkerên Tirk ji aliyê wan ve dihate kirin.

'DEMA KU WEZÎFE DIGUHERTIN, ME EW DIBIR Û DIANÎN'

Emîrê DAÎŞ'ê Ebû Hacir li vê yekê mikur hat: "Dema ku wê wezîfeya leşkerên Tirk ên li Tirba Suleyman Şah bihata kirin, agahî didan me. Yên me jî diçûn ew dibirin ser sînor û radestî Tirkiyeyê digikirin. Koma bê jî tevî erzaq, cebilxane û alavên alîkariyê dibir cihê wan. Me ew dibir û dianîn."

RÊGEHA TESLÎMIYATÊ

Emîrê DAÎŞ'ê li ser rêgeha guhertina wezîfeyê ya artêşa Tirk agahî da û got, "Ji cihê Tirbeyê dihate wergirtin, ji wir dibirin Qereqozaxê, ji wir jî Cerlabûs û Rai, piştre dibin Tirkiyeyê. Ewlekariya wan jî ji aliyê yên me ve dihate kirin.

Bîlal Mûhammed Ebû Hacir anî ziman, eger dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan ava bibe wê têkiliyên xwe û tiştên bi xwe dîtine, vêje.

SERÎ LI BER DAÎŞ'Ê DITEWÎNE, JI 'RUHÊ AŞMÊ' NERAZÎ YE

Piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê Sibata 2015'an herêm ji DAÎŞ'ê paqij kirin, dewleta Tirk bi destûra Rêveberiya Kantona Kobanê û bi piştgiriya YPG/YPJ'ê Tirba Suleyman Şah anîbû gundê Aşmê yê Kobanê.

Artêşa Tirk ku serîtewandina li ber DAÎŞ'ê ne xema wan e û leşkerên xwe jî bi destûr û piştgiriya DAÎŞ'ê li herêmê wezîfedar dikir, nerazîbûn nîşanî silava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "ruhê Aşmê" da.

OCALAN BAL KIŞAND SER 'RUHÊ 'AŞMÊ'!

Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2015'an de "ruhê Aşmê" destnîşan kiribû û gotibû, "Ez berxwedan û serketina Kobanê silav dikim ku hem ji bo herêma me, hem jî ji bo qada navneteweyî, dinyayê xwedî wateyeke mezin e. 'Ruhê Aşmê' yê li ser vê bingehê derkete holê, weke sembola dîrokî ya nû ya navbera gelên me silav dikim."

QURETIYA TSK

Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ku leşkerên xwe radestî DAÎŞ'ê kir, nerazîbûn nîşanî 'Ruhê Aşmê' da û diyar kir, ku ew van nêzîkatiyên li hêzên çekdar ên artêşa Tirk tê anîn bi tundî şermezar dikin.