Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, "Komkujiya 12'ê Adarê planek ji bo sorkirina Kurd û Ereban a li dijî hev bû" û got, şoreşê jî di wê demê de dest pê kir.
Emîne Osê li ser bûyerên berî û piştî komkujî û serhildana 12'ê Adara 2004'an qewimîn ji ANF'ê re axivî.
Polîtîkaya hikumeta Şamê ya berî û piştî 12'ê Adara 2004'an çawa bû?
Bêguman 12'ê Adarê bûyerek bû ku berê hatibû plankirin. Plana wê yekê bû ku bi Komkujiya 12'ê Adarê re xwestin ku gelên Kurd û Ereb li hev sor bikin. Rejîma Baasê di dema komkujiyê de hewl da şovenîzma Ereb bide pêş. Bi vî rengî xwest pêşî li tifaqeke gengaz a navbera Kurd û Ereban de bigire. Ya rast şoreşê di wê demê de dest pê kir, ji ber ku pirsgirêkên li Sûriyeyê, helwest û nêzîkatiya rejîma Baas a civakî û aborî ya li dijî gelan gihîştibû wê astê ku xwelêragirtin êdî nedibû. Yên ku herî zêde bi hesasiyet nêzî van polîtîkayan bûn û serî hildan, Kurd bûn. Rejîma Baas ji bo şovenîzma Ereb bixe nava liv û tevgerê heta jê hat, hewl da. Kesayetên ku bi salan di zindanê de man û muxalîfê rejîma Baas bûn, ji bo piştgiriyê nedin serhildanê li pêşiya wan bû asteng. Ji bo bi gelê Kurd re yekîtî û hevgirtin çênebe çi jê hat, ew kir. Ji vê jî wêdetir berê dijberan hemûyan da gelê Kurd û xwest li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn bide destpêkirin. Bi sorkirina şovenîzma Ereb, bi îdîaya 'gelê Kurd dixwaze Sûriyeyê parçe bike' xwest ku şovenîzma Ereb bixe nava liv û tevgerê. Armanca bingehîn a rejîma Baas bi vî rengî bû. Lewma piştî 12'ê Adarê gelek kes hatin girtin, çalakiyên siyasî hemû hatin qedexekirin. Li aliyê din polîtîkaya birçîhiştin û koçberkirinê jî bi giranî hate meşandin. Rejîma Baas xwest welê li gelê Kurd bike ku ji siya xwe jî bitirse. Bi van polîtîkayan xwest îradeya gelê Kurd tune bike û gelê Kurd ji xaka xwe ay dîrokî koçber bike. Serhildana ku li Qamişloyê dest pê kir di demeke kurt de li bajarên Rojavayê Kurdistanê hemûyan, her wiha li bajarên mezin ên Sûriyeyê belav bû. Vê belavbûnê mekanîzmayên rejîma Baas hemû pûç kir. Ya rast, bi vê serhildanê re helwes tû nêzîkatiya rejîma Baas a li gelan, rûyê wê yê rast bi şênberî nîşan da. Civaka navneteweyî ji bo guhertin û veguhertina li Sûriyeyê pêk were piştgirî neda gelê Kurd.
Piştî 12'ê Adara 2004'an li Rojava guhertinên çawa çêbûn? Tê gotin ku 12'ê Adarê çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê ye. Bi dîtina we sedema vê çi ye?
Tevgera Azadiyê bi tecrûbe, nirxandina rast û analîzkirina bûyerên 12'ê Adarê, pê hesiya ku gel li dijî her cûre zilm û desthilatdariyê serî natewîne, serî hildide, natirse, lê di heman demê de bêrêxistin e, xwedî projeyekê nîne ku partiyên Kurd hemû di nav de hebe. Ji ber vê yekê bi tecrûbeyên ji Serhildana 12'ê Adarê bidestxistî, em dikarin bêjin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate kirin. 12'ê Adarê ji bo Rojava bû pêvajoyek ku bi tecrûbeyan dagirtî. Rast nirxandin û şîrovekirina 12'ê Adarê bû wesîleya Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê. Bêguman di 12'ê Adarê de polîtîkaya înkar û tunekirinê bi dijwarî dihate meşandin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi rêya tecrûbeya 12'ê Adarê xwe bi rêxistin kir, mekanîzmaya xwe ya parastinê xurt kir. Di heman demê de têkiliyên xwe yên bi gelê herêmê re xurt kir. Polîtîkaya rejîma Baasê ya berdana hev a gelên Kurd û Ereb bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re veguehrand tifaqa Kurd û Ereban. Ji bo vê jî amadekariyeke berfireh ji bo Şoreşa 19'ê Tîrmehê hebû. Bi gelê herêmê re jiyaneke bi ahengî dest pê kir. Eger mirov ji 12'ê Adara 2004'an û vir ve binirxîne, hingî dikare bêje ku polîtîkayên rejîma Baasê polîtîkaya înkar û tunekirinê bû. Ev polîtîka li dijî gelê Kurd hîn jî bi ziravî tê meşandin. Bêguman ev ne tenê li dijî gelê Kurd bû, ev polîtîkaya înkar û tunekirinê li dijî gelan hemîuyan hate meşandin. Deriyên xwe li polîtîkayeke ji bo guherîn û veguherîna demokratîk girt. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re Ereb û pêkhateyên din hêrsa xwe ya li dijî rejîma Baasê kir ku trifaqa gelan xurtir bike, ji bo li Sûriyeyê guhertin û veguhertinê pêk bîne zmeîna têkoşîna hevpar ava kir.
Hûn nêzîkatiya hikumeta Şamê ya li Şoreşa Rojava çawa dinirxînin?
Rejîm piştî ewqas bûyeran, bi polîtîkaya înkarê nûnerên gel ji pêvajoya çareseriyê dûr dixîne ku bi vê nêzîkatiyê krîza Sûriyeyê çareser nabe. Dosyayên esasî hene ku divê dest biavêje van dosyayan. Eger rejîm xwedî nêta çareseriyê ye, beriya her tiştî divê bi dîtina bûyerên dîrokî û êşên ku bi gelan daye kişandin, vî gelî tevlî pêvajoya çareseriyê bike. Heta niha dixwaze înkar bike, dûr bixîne û teşhîr bike. Li aliyê din bi îdîaya ku 'gelê Kurd dixwaze Sûriyeyê parçe bike' careke din dixwaze gelan li hemberî ıhev sor bike. Rejîm hîn jî di polîtîkaya înkar û sorkirinê de israr dike. Ya rast, ev yek ji ber wê yekê ye ku li pêşberî krîza Sûriyeyê nêzîkatiyeke berpirsyarane nîşan nade. Eger mirov pêvajoya derbasbûyî careke din binirxîne, wê were dîtin ku însiyatîfa gelê herêmê ji bo çareseriyê bi her awayî hewl daye. Ev hewldan kêm nînin. Rejîm di heman demê de dixwaze însiyatîfên Rêveberiya Xweser, nûnera wê ya siyasî însiyatîfa MSD'ê bi rêya hêza leşkerî kontrol bike û bi misogerkirina desthilatdariya xwe tevdigere. Bêguman ne tenê rejîm, ehr wiha hêzên mîna dewleta Tirk ên ku di vê polîtîkayê de bi rejîmê re bûne yek, xwedî heman nêzîkatiyê ne. Di 12'ê Adarê de diviyabû çareserî ji pirsgirêka Kurd re bihata peydakirin, lê belê li şûna vê yekê bi dewleta Tirk re Peymana Edeneyê hate îmzekirin û êrişên li dijî Kurdan hîn berfirehtir bûn. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re li şûna ku nêzîkatiyeke berpirsyarane ji bo krîza Sûriyeyê bê nîşandan, her roj bi dewleta Tirk re peymanên veşartî têne îmzekirin. Eger tifaqek di navbera wan de tune bûya, wê nerazîbûneke tund nîşanî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bidan. Rejîm li hemberî dagirkirina xaka gelê herêmê, li dijî polîtîkaya koçberkirinê helwestê nîşan nade. Li dijî yên ku xwe û herêma xwe û gelan diparêzin, bi rengekî topyekûn di nava êrişan de ye. Ev polîtîkaya rejîmê çareseriyê ji krîza kûr a li Sûriyeyê re nîne, krîzê bi dawî nake.
Adarê ji bo Kurdan meheke komkujiyan e. Komkujiya Qamişloyê ya 12'ê Adarê, Komkujiya Helebçeyê ya 16'ê Adarê, Komkujiya Eşrefiyê ya 17'ê Adarê, her wiha salvegera dagirkirina Efrînê ya 18'ê Adarê... Meha Adarê di dîroka Kurdan de çawa tê nirxandin?
Bêguman dema ku em Serhildana 12'ê Adara 2004'an bi bîr tînin balê dikişînin ser berxwedana gelê Kurd a li meha Adarê. Ji bo gelê Kurd meha Adarê hem meheke serhildanê ye hem jî ya komkujiyan e. Mirov dikare bêje ku gelê Kurd dagirkerî, komkujî û dîrokê bi xurtî fêhm dike. Gelê Kurd bi vî rengî li bîranînên xwe, li şehîdan xwedî derdikeve û ji bo mafê xweparastinê biryar daye ku têkoşînê bilind bike.