‘Em li dijî dagirkerî û xiyanetê têbikoşin’

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê û xaka Sûriyeyê zêde dike.” Bang hate kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê têkoşîn bê meşandin.

DAXUYANIYA RÊVEBERIYA XWESER

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hevkariya hêzên PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, daxuyaniyek da.

Endama meclîsa kantonê Necî Selemê bi erebî û bi kurdî jî endama meclîsê Rizgar Lolo daxuyanî li Kampa Serdem xwend. Rêveberên saziyan û niştecihên kampê jî di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK hemû derfetên xwe pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker dike. Ev jî dijminatiya li doza Kurdan e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê û xaka Sûriyeyê zêdetir dike, vê jî bi hevkariya PDK'ê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku “li hemberî xiyaneta PDK'ê teslîm nebin û li dijî xiyanetiyê tê bikoşin”.