'Em ji Minbicê ne, me rizgar kir, em ê biparêzin'

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil bi bîr xist ku dagirkeriya DAÎŞ'ê ne xema dewleta Tirk bû û got, "Em ji Minbicê ne. Piştî ku me bajarê xwe rizgar kir em li cih û warê xwe vegeriyan. Em ê bajarê xwe biparêzin."

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mûhammed Ebû Adil ji ANF'ê re axivî û qala dema rizgarkirina Minbicê kir: "Rejîm sala 2012'an neçar ma ji Minbicê vekişe. Pişte DAÎŞ kete Minbicê û bi artêşa azad re şer derket. Hêzên Minbicê bi giranî li dora pira Qereqozaxê man. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, weke şervanên Minbicî em li Kobanê man û me li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Li dû rizgarkirina Kobanê em ji wir derket û me xwe gihand Bendava Tişrînê. Piştî ku Bendava Tişrînê hate rizgarkirin, weke Minbiciyan em bi cih bûn û me xwe weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi rêxistin kir. Heta ku me bajarê xwe rizgar kir û lê vegeriyan, me karê xwe dewam kir.

Ji bo vegera li Minbicê, sala 2016'an bi rêya Amerîkayê hevdîtina me bi dewleta Tirk re çêbû. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê me dest bi Pêngava Rizgarkirina Minbicê kir. Koalîsyona Navneteweyî jî di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de bi me re bû. Hêza me bi tena serê xwe têrê nekir ku Minbicê ji DAÎŞ'ê rizgar bike. QSD'ê ji bo rizgarkirina Minbicê alîkarî da em. QSD bi me re hat Minbicê. Piştî ku Minbic hate rizgarkirin û me hêzên xwe komî ser hev kir, tenê Meclîsa Leşkerî li Minbicê ma. Di Cotmeha 2016'an de pêkhateyên din ên QSD'ê hêzen xwe ji Minbicê vekişandin."

'BI QSD'Ê RE TÊKILIYÊN ME HENE, LÊ BELÊ PARASTINA MINBICÊ EM BI XWE DIKIN'

Fermandar Ebû Adil anî ziman ku têkiliyên wan bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re hene, lê belê parastina Minbicê ew bi xwe dikin. Ebû Adil diyar kir ku dewleta Tirk dûrî sînorê wan e, lê tevî vê yekê jî dema hêzên wan xwe bi rêxistin û xurt dikin, dewleta Tirk ji vê yekê aciz dibe û li dijî xwe weke xeteriyê dibîbe.

Li ser sedema vê yekê jî Ebû Adil got, "Ji ber ku dixwazin em bi wan ve girêdayî bin û fermanê ji wan bigirin. Sala 2012'an dema em di nava sîwana OSO de bûn, pêdiviyên me ji Tirkiyeyê dihatin. Ne pêkan bû ku bêyî Tirkiyeyê me karek bikira. Piştî ku Minbic hate rizgarkirin, ji me xwestin ku em li gorî wan tevbigerin, lê me qebûl nekir. Me got, 'Me bajarê xwe rizgar kir û em ê karên xwe bi îrade û biryara xwe bikin'. Me qebûl nekir ku telîmatê ji Tirkan bigirin. Ez jî bi zora wan ve diçe. Mîna dema OSO dixwazin em bi wan ve girêdayî bin. Em jî vê qebûl nakin."

'ME RIZGAR KIR, EM Ê BIPARÊZIN'

Li ser hevkarên xwe yên li Minbicê jî Fermandar Mûhammed Ebû Adil got, "Niha li vê derê weke hêzên koalîsyona navneteweyî DYA'yî hene. Ji destpêkê ve bi me re li vir man. Hebûna xwe ya li vê derê zêde kirin. Baregeh çêkirin. Li eniyê bi me re bendên kontrolê danîn. Li dewriyê digerin.

Dema dawiyê hêzên xwe zêdetir kirin. Hêzên wan ên taybet jî hatin herêma me. Li bajarê Minbicê bi rayedarên payebilind ên leşkerî û siyasî re hevdîtinên me çêbûn. Ji me re gotin, 'Em ê ji Minbicê dernekevin, em ê Minbicê biparêzin. Çawa ku me bi hev re ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin, em qebûl nakin ku Tirk, rejîm an jî hinekî din bikevin Minbicê. Em heta dawiyê bi we re ne'."

'FRANSA Û ÎNGILÎSTAN JI XWE WEKE ENDAMÊN KOALÎSYONÊ LI VIR IN'

Der barê hebûna Fransayê li Minbicê jî Ebû Adil got, "Fransa ji xwe endamekî Koalîsyona Navneteweyî ye. Fransa jî yek ji wan hêzan e ku Minbic ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Ji ber vê yekê hebûna Fransayê ya li Minbicê nû nîne. Heta niha ji bo hevdîtinan hatin û çûn. Li dewriyê digerin, lê belê heta niha bi fermî nehatine eniyê. Çi Fransa, çi Îngilîstan ji ber ku endamên Koalîsyona Navneteweyî ne, rewşeke nû nîne."

'DEWLETA TIRK Û REJÎMA BAAS BI RÊYA HUCREYÊN VEŞARTÎ DIXWAZIN LI MINBICÊ TEVLÎHEVIYÊ DERXÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil destnîşan kir ku dewleta Tirk û rejîma Baasê hewl didin bi rêya hucreyên xwe yên veşartî li Minbicê tevlîheviyê bikin û got, "Mayinan diteqînin, kêm jî be sûîqestan dikin. Beşeke biçûk heye ku bi wan ve ne. Li ser sînorê me herêmên ku di kontrola rejîmê û Tirkan de hene. Li wan deveran xwe bi rêxistin dikin û ji bo tevlîheviyê bikin tevdigerin.

Minbic bajarekî xweş û baş e ku xwe bi rêxistin kiriye, xwe bi rê ve dibe û aram bûye. Dixwazin vê aramiyê ji holê rakin. Ji roja rizgarkirina Minbicê û vir ve di nava hewldanan de ne. Dema dawî bi gefên dagirkeriyê dixwazin gel bitirsînin."

'95 JI SEDÎ YÊ GELÊ MINBICÊ JI SÎSTEMA HEYÎ KÊFXWEŞ IN'

Ebû Adil diyar kir ku gel kiryarên wan qebûl nake û dewleta Tirk naxwaze. Ebû Adil got, "Heta niha gelek kedkarên çapemeniyê hatin Minbicê û li nêrîna gel pirsîn. Fermandarên payebilind ên DYA'yî jî ketin nava gel û li nêrîna gel pirsîn. Gel ji wan re got, 'Rejîm sala 2012'an ji Minbicê derket. Heta niha sîstemeke wiha nehat avakirin. Em ji sîstema xwe kêfxweş in'. Ji hêzên me kêfxweş in. Bêguman hinek ditirsin ku bibin hedefa rejîmê û dewleta Tirk. Dikarim bêjim ku 95 ji sedî yê gleê Minbicê ji sîstema îro ya li Minbice kêfxweş in, ji hêzên me ku ji gelê Minbicê pêk tê, kêfxweş in."

'EM GELÊ MINBICÊ NE Û ME BAJARÊ XWE JI DAÎŞ'Ê RIZGAR KIR'

Ebû Adil pirsa "çi karê dewleta Tirk li Sûriyeyê heye?" kir û got, "Em ji gelê Minbicê ne. Ji ber DAÎŞ'ê me ji bajarê xwe koç kir. Piştî ku rizgar kir em li cih û warê xwe vegeriyan. Me Minbic ne ji Tirkiyeyê ne jî ji rejîmê rizgar kir. Me Minbic ji DAÎŞ'ê rizgar kir. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve me xwe bi rêxistin kir. Em ji derve nehatine Minbicê. Di hevdîtina me ya sala 2016'an de ew jî zanin ku em ji Minbicê ne. Berê dema ku em di nav OSO de bûn û me li dijî rejîmê şer dikir, cebilxaneyên me ji Tirkiyeyê dihatin. Ew baş me nas dikin. Em wê wextê ne terorîst bûn, lê niha ji ber ku têkiliyeke me ya bi wî rengî bi wan re nîne, em terorîst in? Ji ber ku em weke mirovên azad tevdigerin û biryara xwe bi xwe digirin, li ber çavê wan em terorîst in."