'Em ê xewn û xeyalên berxwedêrên Sûrê bi cih bînin'

YPS-YPS-JIN'ê şehîdên Sûrê bi bîr anî û got, ''Rêçeke bêhempa ya berxwedanê derketiye holê, em ê xeyalên wan bi cih bînin.''

Koordînasyona YPS/YPS-JIN'ê ji bo salvegera berxwedana Sûrê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Tevgera me ya Azadiyê û Rêbertiya me rê ve diçe li Bakurê Kurdistanê bi berxwedana bajêr ketiye pêvajo û qonaxeke nû û berxwedana bajaran ku malî dîrokî bûyî hatiye kirin. Çawa ku di dîrokê de Komuna Parîsê hebe,  1848'an di şoreşên bajêr de di serî de Berlîn, li Elmanya û bajarên Fransayê berxwedêr hebûn, 2014'an peyrevê berxwedêrên mezin ên li Kobanê ku dastan nivîsîn, berxwedana Sûr, Cizîr û Nisêbînêj î rêçeke berxwedanê ku navê xwe li dîrokê nivîsî, afirandin.''

'ÇEKA HERÎ MEZIN RAMANÊN RÊBER APO BÛ'

''Di pêvajoya şer de ya li Bakurê Kurdistanê li dijî 60-70 berxwedêrî dijî dijminên  bi tang, top, çekên giran, bi hezaran leşker û polîs bi mehan berevajî li bajêr kirine. Li dest berxwedêran çeka herî mezin jî ramanên Rêber Apo û baweriya wan bû.

Em di salvgera 6'an a berxwedanê Sûrê de ne ku 2'yê Kanûna 2015'an dest pê kir û bû berxwedana herî dirêj a dîrokê. Di berxwedana 105 rojî de hevrêyên me yên ku li ber xwe dana, tax bi tax, kuçe bi kuçe, mal bi mala derbên giran li dijmin dane. Artêşa Tirk di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku 4 tabûr leşker li Sûrê hatine kuştin. Artêşa Tirk a faşîst ku li bara vê berxwedanê bêgav mayî li gel hêza teknîk a dewletî jî bi leşkerî nekarî têkeve Sûrê, Sûr kavil kiriye û wiha bi tangan ketiyê. Li gel van hemû tiştan jî li Sûrê yê serkeftî vîna berxwedanê û azadiyê bûye. Weke hevrê Şehîd Çiyager gotî rêçeke bêhempa ya berxwedanê derketiye holê.

'EM Ê TOLA WAN HILÎNIN'

Di şexsê fermandarên pêşeng ên berxwedana dîrokî ya Sûrê Ş. Çiyager, Ş Nûcan, Ş. Delîl, Ş. Berfîn, Ş. Mazlûm, Ş. Şîlan de em hemû şehîdên xwe yên berxwedana xwerêvebriyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em dîsa sond dixwin em şervanên YPS'ê heta ku xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd bi bi bînin, li çiyayan, bajaran, deştan, li her deverê derbê li dijmin bidin, tola hevrêyên xwe hilînin û bibin layiqî hevrêyên xwe.''