'Em ê mil bi mil li dijî dagirkeriyê têbikoşin'

Ciwanên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan li bajarê Til Temirê li hev kom bûn û Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ava kirin. Serokê Meclîsê Brûsk got, "Ciwanên gelên herêmê ji bo li dijî dagirkeriyê têbikoşin li hev kom bûn."

Yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di hedefa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ye, Til Temir e. Ciwanên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan li Til Temirê li hev kom bûn û Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ava kirin. Serokê Meclîsê Demhat Brûsk got, "Ciwanên gelên herêmê ji bo mil bidin hev û li dijî dagirkeriyê têbikoşin, li hev kom bûn."

Ciwanên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeran û rizgarkirina warê xwe li hev kom bûn û Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ava kirin.

Serokê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Brûsk li ser damezrandin û armanca meclîsê ji ANF'ê re axivî. Brûsk bi bîr xist ku dewleta Tirk bi êrişa dijî gel û baweriyên herêmê hewl dide dest deyne ser xaka wan û got, "Li dijî vê yekê, em; ciwanên gelên herêmê li hev kom bûn. Li dijî dagirkeriyê em ê mil bidin hev û têbikoşin."

Brûsk ragihand ku êrişên dagirkeriyê li ser tevahiya gelên herêmê hene û got, "Dewleta Tirk gefa dagirkeriyê û êrişan li bajarê Til Temirê dike, ku li vî bajarî gelên me yên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan lê ne. Ji bo parastina gelên xwe û xaka xwe, me biryar dan ku Meclîsa Leşkerî ava bikin."

PARASTINA GEL Û XAKA XWE

Serokê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê got, "Meclîsa Leşkerî ji ciwanên gelên navborî pêk tê" û diyar kir, "Di heman demê de, tevî Meclîsa Leşkerî ya Suryan û Parêzvanên Xabûrê (Hares el Xabûr) hêzên xweparastinê yên ciwanên Kurd û Ereb jî biryar dan ku tevlî vê meclîsê bibin. Bi vî rengî me mil dan hev û wezîfeya parastina gel û xaka xwe dan ser milê xwe."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI NAVA MECLÎSA LEŞKERÎ

Demhat Brûsk ragihand ku gelek ciwanên Kurd û Ereb ên ji Serêkaniyê cihê xwe di nava meclîsê de digirin û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî Meclîsa Leşkerî bibe û xaka xwe azad bike. Em soz didin ku ne tenê navenda Til Temirê, her wiha gundên Til Temirê yên hatine dagirkirin ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin û wan bişînin devera ku jê hatine."

'HETA KU DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÎNIN EM Ê TÊBIKOŞIN'

Serokê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Brûsk destnîşan kir ku wê dawî li dagirkeriyê bînin û got, "Dagirkeriya Tirk ne tenê êrişî gelekî yan jî baweriyekê dike, her wiha êrişî gel û baweriyên herêmê dikin. Di heman demê de hewl didin xaka me ji me bistînin. Em, ciwanên gelên herêmê ji bo bi hev re li dijî dagirkeriyê têbikoşin li hev kom bûn. Heta ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin, heta ku tola şehîdên xwe hilînin û dagirkeran ji xaka xwe derxînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."