'Em ê li ber xwe bidin û xwedî li Rêberê xwe derkevin'

Şêniyên bajarê Qamişloyê yên tevlî meşa li dijî komploya navneteweyî bûn gotin, “Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li ber xwe bidin û xwedî li Rêberê xwe derkevin.”

Şêniyên bajarê Qamişloyê di 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û komplo şermezar kirin. Meş ji Çarxeriya Osman Sabrî destpê kir û heta pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê berdewam kir.

‘SERKETIN A GELÊ KURD E’

Yek ji beşdarvana meşê endama Kongreya Star Sireya Cuma, ji ajansa me re axivî û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir. Cuma, destnîşan kir ku komploya navneteweyî di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî tevahiya gelê Kurd pêk hatiye û wiha got, “Êrîşên hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de, li dijî fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û daxwaza azadiya gelê Kurd e. Difikirîn ku bi dîlgirtina Rêber Apo re wê bikaribin pêşî li vê felsefeya azadiyê bigirin. Felsefeya Rêber Apo di nava hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî li tevahiya Kurdistanê û cîhanê belav bûye. Divê rêxistinên mafên mirovan êdî vê rastiyê bibînin û bi erka xwe ya parastinê rabin û Rêberê me ji Îmraliyê derxînin.”

Her wiha şêniyê bajarê Qamişloyê Ebd El Rehman Aşîtî jî komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got, “Em vê komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Rêberê Ocalan nûnerê gelê Kurdistanê û tevahiya mirovên bindest e. Divê dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku, her çendî êrîşên xwe dijwartir bikin jî, dê berxwedaniya me mezintir bibe. Fikir û felsefeya Rêber Apo roj bi roj li tevahî cîhanê belav dibe û li her devrî çalakî û serhildan tên lidar xistin. Em dubare dibêjin Rêber Ocalan gel e, fikire, Kurdistane û jiyane. Di dawiyê de jî, em dibêjin serkeftin ya gelê kurde.”

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’  

Yazî Ibrahîm jî wiha axivî, “Em bi tundî vê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan hat meşandin şermezar dikin. Rêbertî bi salan e di aliyê fîzîkî de dîlgirtiye, lê ramanên wî di nava me de zindiye. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li ber xwe bidin û xwedî li Rêbertê xwe derkevin. Em bêdengiya hemû dewletên navneteweyî şermezar dikin û dibêjin ku Rêberê me jiyana me ye û em nikarin bê Rêbertî bijîn.”