'Em ê êrîşên li ser îradeya gelê xwe têk bibin'

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên serhildana Qamişloyê ya 12'ê Adarê bi bîr anî û diyar kir ku berxwedana ji stadyûma Qamişloyê destpê kir û li tevahiya Rojava, Heleb û Şamê belav bû, zext û tirs şikand.

SERHILDANA QAMIŞLOYÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 20’an a Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ruxmî ku ku rejîma Şamê û alîgirên wê hewl da tevliheviyê derxin, lê Serhildana 12’ê Adarê ku ji Qamişloyê dest pê kir û li Heleb, Kobanê, Şam û gelemperiya herêmên Cizîrê belav bû bendên tirs û çewisandina şikandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Serhildana 12’ê Adarê hîmê bingehîn ê şoreşa demokratîk a li Sûriyeyê danî û wiha hat domandin: "Serhildanê wateya rasteqîn a şoreşê diyar kir ku bi rêya wê asoyên çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê û tevahî pirsgirêkên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir. Ev serhildan mîraseke bedew a dîrokî ye û navnîşaneke girîng e ku têkoşîna li hemberî çewisandin, kuştin û zordestiyê yak ku bi dehên salan ji aliyê  rejîma Baasê ve li Sûriyeyê hatin meşandin, rave dike. "

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana 12’ê Adarê bi projeyek dîrokî encam daye ku "rêya çareseriyeke nîştimanî ji pirsgirêka Kurdên li Sûriyeyê diyar kiriye" Hate gotin: "Projeya ku em behsa wê dikin projeya Rêveberiya Xweser e ku bingeha xwe Şoreşa 19’ê Tîrmehê digire."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ruxmî hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de lê gelê herêmê Ii ser bingehê mîrasa Serhildana 12’ê Adarê bi yekitî, têkoşîna hevpar, bi projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk ev hewldan pûç kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, Serhildana 12'Adarê hişmendiya hegemonîk şikand û wiha hat domandin: "Gelê bi têkoşîneke bêhempa li hemberî vê hişmendiyê sekinî û li hemberî qirkirin û çewisandinê têgeheke nû afirand. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Suriyeyê, bêyî naskirina rastiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha bêyî dîtina rola pêkhayeyên wê, disa bêyî naskirina têkoşîna pêkhateyan a  ji bo avakirina modeleke demokratîk û têkoşîna wan a li dijî teror û tundrawiyê wê tu careserî û ewlehiyeke rasteqîn li Sûriyeyê tune bin.Herêmên ji bo gelemperiya dergehê aramî û çareseriyê ne. Bêyî naskirina van rastiyan nirxandina dîrok û siberojê şaş dimine. Ev hemû jî encamên têkoşîna domdar a gelê me ye ku hêz û israra xwe ji rêgezên Serhildana 12'ê Adarê û Şoreşa 19'ê Tîrmehê digire."

Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12’ê Adarê hatin bi bîranîn û wiha hat bidawîkirin: "Em ê bi hêz, israr û tevahî îmknên xwe destek û piştevaniyê bidin daxwazên gelê xwe. Em ê meşa ber bi pêkanîna  armancên gel ên demokrasî û avakirina civakê ve bidomînin. Serhildana 12’ê Adarê bingeha me ya xurt a pêkanîna van armancan û rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk a yekbûyî ye. Bi vê wesîleyê em dibêjin ku beyannameya çareseriyê ya ku me pêşkêş kiriye bingeha çareseriyê ye. Bê yê beyannameyê tevahî hewldanên çareseriyê mîna yên li Astana bi ser nakvin. Dîsa jî komîteya destûrî ya ku behsa wê tê kirin bêyî beşdarbûne îradeya siyasî ya gelê me û projeya wê ya şareseriyê ya ku mîsogeriya rasteqîn ya yekitiya Sûriyeyê û gelê wê ye wê bi ser nekeve. Li ser vê yekê em bang  li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku rewşa Sûriyeyê bibînin, rola me ya pêşeng li Sûriyeyê paşguh nekin. Em diyar dikin ku tevahî behîsên der bare şikandona îrade û îsrara gelê me wê bi bin bikevin. Diyalog ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye."