'Em ê bi yekîtiyê planên Osmaniya nû têk bibin'

Dîroknasê Sûryanî Hana Sawnî diyar kir ku Erdogan dîroka bi xwîn a Osmaniyan vedigerîne û wiha got: “Dewleta Tirk bi gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze planê xwe ya dagirkeriyê û qirkirina gelan bidomîne.”

28'ê Hezîrana sala 1914'an şerê cîhanê yê yekem dest pê bû, milyonan kes di wî şerî de jiyana xwe ji dest da; her wiha gelek xelkên herêmê yên resen ên wek Asûrî, Ermen, Sûryanî û Kildanî hatin qetilkirin. Osmaniyan gelek qetlîam kirin.

Bi guleya ku ji çeka nijadperestê Sirbî Gavrêlo hat berdan, ne tenê Mîrê Awistiryayê Franz Ferdinand hate kuştin, ev bû destpêka şerê cîhanê yê yekem û Awistirya li dijî Sirbîstan şer îlan kir. Bi vê yekê bi lez û bez hêzên Ewropa yên giring ketin şer. Şer tenê di nav sînorên Ewropayê de nema, li tevahiya cîhanê belav bû û di nava hêzên mezin de bû şerekê nû yê parvekirinê.  Di demeke kurt de welat, gel, bajar, navçe, gund, mirov û tevahiya cîhanê bû cihê şer. A rast, tu kes ne li bendê bû ku şerekî wisa malwêran rû bide, ronakbîrên wê demê jî matmayî mabûn. Dema şerê cîhanê ya yekemîn rû dida impratoriya Osmanî ku di dema xwe de xurt bû, êdî ber bi hilweşandinê ve bû. Osmaniyan di şerê cîhanê yê yekemîn de hêzeke xwe ya mezin li bakurê Afrîkayê, Balkanan û li Deryaya Spî winda kiribû, li Rojhilat jî li herêmên Kurdistan, Ermenistan heta bi Deryaya Reş hîn tevger bi xwestekên nû yên neteweyî rabûn, Osmanî bi vê yekcar lewaz bûn û bivê nevê êdî Împaratoriya Osmaniyan têk diçû. Mixabin, bi têkçûna Osmaniyan re karesatên mezin qewimîn, hikûmeta Stenbolê ya li ser kavilê Împaratoriyê bi cih û war dibû dikarîbû bi gelên ku di nava sînorên wê de dijiyan re dest bi jiyaneke nuh bike lê li şûna cardin dest bi xwîn û rijandinê kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di der heqê vê mijarê de di parêznameyên xwe de wiha dibêje "Li Bakur Rûsya çartiyê, li Başûr jî Împaratoriya Îngiliz, Împaratoroiya Osmanî di navbera her duyan de tengav bûbû û bi polîtîkaya mêzînê yê tê zanîn wê karîbû sedsaleke din temenê xwe dirêj bike. Ya esas, bûyerên di der barê qurbanên vê polîtîkaya mêzînê de diqewimîn giring bûn. Sê qewimên dîrokî; Îyonên Anatolyayê, Ermeniyên Kilîkya, Anatoliyaya Rojhilat û Asûriyên Mezopotamyayê di encama vê polîtîkaya mêzînê de bi piranî ji holê hatin rakirin û Kurdan jî tenê karîbû hebûna xwe ya fizîkî biparêzin"  Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de li gel Elmanan cih girt, dewletên tifaqê ku ji hêzên mîna Îngilizistan, Fransa û Îtalyayê pêk dihat li aliyê din ê şer cih girtin, wê demê li Stenbolê partiya Îtihad Teraqî ku xwedî ramanên nijadperest û tûranî bû li ser text bû. Ji xwe piştî demekê Partiya Îtihad û Teraqî bi Talat, Enwer û Cemal Paşa hate bilêvkirin. Talat Paşa di hikûmeta Osmanî de hem serokwezîr bû hem jî wezîrê karên derve bû her wiha Enwer paşa jî wezîrê şer û Cemal Paşa jî berpirsê hêzên deryavaniyê bû. Partiya Îtihad û Teraqî di bin rêbertiya Talat, Enwer û Cemal Paşa de, di nava toz û telaza şerê cîhanê yê yekemîn de dest bi qirkirinekî mezin kirin ku heya wê demê mînakê wê di dîrokê de nehatibûn dîtin. Mebesta wan avakirina dewleteke neteweyî ku tenê ji Tirkan pêk were bû. Di çarçoveya planê wan de li Enetolya û Mezopotamyayê heya wê demê bi milyonan Ermen, Asûrî, Sûriyanî, Rûm û Pontûs hatin qirkirin.

Dîroknasê Sûryanî Hana Sawmî têkîldarî mijarê bi ANF'ê re axivî. Sawmî diyar kir ku Erdogan rêya Osmaniyan qirkirina gelên Rojhilata Navîn dimeşîne û destnîşan kir ku, encex bi yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê serketin mîsoger e.  Sawmî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Em niha bîranîneke pir xirab û bi êş dijîn, di van rojan de şerê cîhanê yê yekemîn dest pê bû. Şerê ku di encamê de zêdetirî 10 milyon kes jiyana xwe ji dest da. Her wiha em weke pêkhateyên resen ku li ser erdîngariya Mezopotamyayê dijîn para me ya herî mezin jî kuştin û talankirin bû, em weke Sûryanî, Asûr, Ermen, Kildan, û gelek pêkhateyên din hatin qetilkirin. Helbet ev projeya ku li dijî gelê herêmê ya resen pêk hat plankirî bû. Dewletên hegemon hingê biryar dan ku pêwist e gelên resen ên vê erdîngariyê werin kuştin û koçbekirin, tu tiştê wan nemîne.  Gelên herêmê yên mîna Ermen, Sûryan û Kurd pêşengên pîşesazî, bazirganî û çandîniyê bûn; aboriya herêmê di destê wan de bû.

Ji ber dewlet an jî sîstema hegemon nekarî dagirkeriya xwe li ser herêmê û gelê herêmê bimeşîne, lewma, di bin sîwana islama radîkal a hingê Osmaniyan temsîla wê û hin siyasetmedarên din yekîtiyeke rakirina ji holê ava kir. Ji ber vê berî her tiştî dest bi qirkirina Ermen û Sûryanan kirin.  Bi pişt re dest bi qirkirina Yewnanan kirin û di dawiyê de bi Kurdan temamkirin.

‘BÛYERÊN DÎROKÊ DUBARE DIBIN’

Sawmî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir Erdogan dîroka Osmaniyan a bi tijî xwîn vedigerîne û wiha got: "Me dît ku di 2006'an de Erdoganê ku berdewamiya Osmaniyan e planên berferehtirkirina dagirkeriya xwe dike. Ji wê boneyê, Erdogan ji sala 2011’an heta bi niha cîhadîstan pêşwazî û perwerde dike. Sala 2011’an, ev hemû cîhadîst amade bûn ku hemû planên Erdogan pêk bînin.”

Dîroknasê Sûryanî da zanîn ku yekemîn pêkanîna planê Erdogan li ser bajarê Serêkaniyê bû û wiha dewam kir: "Erdogan dixwaze neviyên gelên bi destê Osmaniyan hatine qirkirin jî bikuje. Me ev di êrîşên Erdogan ên bi hovîtî yên li hov li ser Til Temirê û gundên Xabûrê dît. Pirê gundên Sûryanan xerakirina da ku gel nema bikare lê bijî. Her wiha li gorî lêkolînên min li wan herêmên sala 2011’an hejmara Asûriyan nêzîkê 20 hezar bû lê niha 100 kes jî nîn in. Cîhadîstên ku Erdogan ew perwerde kiribûn di bin navê DAÎŞ'ê dê êrîşê Mûsilê kir. Li Mûsilê hejmara Asûrî, Sûryan û Ermenan bi qasî 200 hezar bûn, lê niha ji ber kirinên DAÎŞ'ê yên li herêmê yên ji rûxandina dêran bigire heya kuştin jêkirina serê Xirîstiyanan niha hezar kes jî nîn in li wir. Ango mirov dikare bibêje ku tiştê Osmaniyan nekarî temam bike Erdogan bi destê DAÎŞ'ê û hin komên din da temamkirin. Û divê mirov ji bîr neke ku sala 2014'an, DAIŞ’ê bi birina êrîşan bi ser Şengalê de bi hezaran zarok û jin û xort revandin û kuştin. Mixabin, cîhanê xwe li ber vê qetilamê ker û lal kir.’’

‘DI ÊRÎŞA EFRÎNÊ DE DÊRA HERÎ MEZIN A MERMERAN HAT RÛXANDIN’

Sawmî derbirî ku hemû êrîşên Tirkiyeyê yên li ser erdê Sûriyeyê ne tesedûf bûn hemû êrîş bi plan bûn û wiha pê de çû: "Di ber êrîşên li ser Efrîn, Serêkanî û Girêspî de, Erdogan planê xwe yê nû vê carê ji bo qirkirina gelên herêmê guhart û dest bi guhartina demografiya herêmê kir û hemû xelkên Sûriyeyê tevlihev û li Bakur û Rojavayê da bicihkirin û gelên wê yên resen kirin koçber.

Dêra Sûryanan a herî mezin a li herêmê ya ku bi navê Mermeran a li gundê Beradê yê Efrînê tê naskirin, bi destê çeteyên dewleta Tirk hat rûxandin. Ji ber wê em dîbînin ku ev tişt ne teseduf e, dîsa bi planekî qirêj ev kiryar li ser gelê herêmê pêk tê. Bi destê berdewamiya Osmaniyan Erdogan û çeteyên wî yên cur bi cur dixwazin herêmê biguhêrin."

'EM Ê BI YEKÎTİYÊ PLANÊN OSMANIYA NÛ TÊK BIBIN'

Dîroknasê Suryanî Hana Sawmî di dawiya axaftinê xwe de wiha got:  “Dewleta Tirk bi gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze planê xwe ya dagirkeriyê û qirkirina gelan bidomîne. Em ê bi yekîtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşiyê li planên qirêj ên Erdogan bigirin.”

Tê zanîn ku Împaratoriya Osmaniyan dema li ber hilweşînê ye yekcar har dibe. Gelo harbûna Erdogan a niha ne destpêka hilweşîna Komara Tirkiyê ye?