'Em ê bi hêza xwe ya QSD’ê bi ser bikevin '
Xelkê herêma Firatê diyar kir ku ew ê bi ruhê şerê gel ê bi şoreşgerî û hevgirtina gelan, serî li ber her dagirkeriyê hil bidin.
Xelkê herêma Firatê diyar kir ku ew ê bi ruhê şerê gel ê bi şoreşgerî û hevgirtina gelan, serî li ber her dagirkeriyê hil bidin.
Şêniyên herêma Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ANF'ê re axivîn.
Ji Rêveberiya Komîteya Jinan a Meclisa Bajarokê Qadiriyê Emel Mistafa da zanîn ku çendeyek e êrîş her diçe zêde dibe û got: "Armanc jê ew e ku aramiya herêmê her wiha neteweya demokratîk biqedînin. Hemû dewletên desthilatdar ji neteweyeya demokratîk ditirsin. Ji ber ku cihê hemû neteweyan di nav de heye û her netewe xwe bi serbestî îfade dike. Projeyê ji xwe re xeterî dibînin ji lew ma ye ku dixwazin ji holê rabikin."
Emel Mistefa îşaret pê kir ku dewletên garantor ên weke Rûsiya û Emerîka jî tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û got: "Emerîka û Rûsiya ji bo berjewendiyê dengê xwe nakin. Em ê jî bi ruhê neteweya demokratîk li ber dewleta Osmanî ya nû rabibin û bi ruhê şerê gel ê bi şoreşgerî li ber her dagirkeriyê serî hil bidin."
Birayê Şehîd Îsa Ebû Hisên bêdengiya navneteweyî şermezar kir û wiha axivî: "Divê êdî dewletên navneteweyî ji ber van êrîşan bertek bidin. Dewleta Tirk a dagirker armanc xwe ew e ku fitneyê bixe nava tevahî neteweyan da ku ji hev bibin. Bi fikira neteweya demokratîk ku jê ditirsin, em ê bi ruhê berxwedanê û bi hev re li ber wan rabibin."
Birayê Şehîd Ebdilrehîm Mistefa Mislim jî ev anî ziman ku piştî dewleta Tirk bi navê hêzên din ê terorê bi bin ketiye, wê bixwe rast bi rast êrîş birine ser binesaziya herêmê û got: "Teror ew e ku jin, zarok û tevahiya binesaziya herêmê dikin armanc. Dewleta Tirk dixwaze bi tenê neteweyek, zimanek û çandek hebe. Lê em ê bi hêza xwe ya Sûriyeya Demokratîk serketinê misoger bikin."