'Em ê bi hêza gerîla her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek'

Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê gotin, "Em bi gerîlayên xwe re ne, çi ji me bê xwestin em ê bikin" û destnîşankirin ku wê bi hêza gerîla her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek.

Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê ragihand ku ew bi gerîla re ne û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin. Şêniyan gotin, "Em bang li Kurdan hemûyan dikin ku bibin yek û li ber dagirkeriyê rabin."

Endama Meclîsa Navçeya Qinê Rodîn Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dijminatiyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dike û got, "Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike. Em; şêniyên navçeya Qinê bi gerîlayên xwe re ne û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser piyan bin."

Rodîn Mihemed anî ziman ku yên li çiyê têdikoşin zarok, xwişk û birayên wan e, ew her tim bi wan re ne û got, "Bi gerîlayên xwe re em ê her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek û axa dagirkirî rizgar bikin."

Rodîn Mihemed anî ziman ku malbata Barzanî xiyanetê li Kurdan hemûyan dike û got, "Ji dewleta Tirk a dagirker ne cudatir e."

Endama Tevgera Jinê ya Navçeya Qinê Semîra jî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li gel PDK'ê hewl dide dorê li gerîla bigire, bi vî rengî tune bike û got, "Dewleta Tirk bi balafiran û madeyên kîmyewî her roj êrişî gerîla dike. Li dijî van êrişan, em ê her tim li ser piyan bin û çalakiyan lidar bixin."

Semîra destnîşan kir ku ew her tim bi gerîla re ne û got, "Em silavên xwe ji gerîlayên azadiyê re bi rê dikin. Em dibêjin her tim li pişt wan e. Serketinê ji wan re dixwazin."

Endamê Desteya Silhê ya Navçeya Pêndirê Elî Miho jî bang li tevahiya Kurdan kir ku bibin yek û got, "Bila Kurd hemû bibin yek, ji ber ku ev şoreş tune bibe bi sedan salan wê Kurd dîsa kole bimînin. Em ê bi hêzên xwe yên gerîla YPG, YPJ'ê azad bibin."

Elî Miho berxwedana gerîla silav kir û destnîşan kir ku ew amade ne ji bo serketina vê têkoşînê çi ji wan bê bikin.