Em bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin

Gelê Kurd, dostên wan, enternasyonalîst, demokrat, azadîparêz û femînîst divê piştgiriyê bidin Rojava ku Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û gelek nasnameyên etnîkî di nava xwe ve dihewîne.

XWEDÎDERKETINA LI ROJAVA

Weke ku tê zanîn di 27'ê Mijdarê de HTŞ'ê û komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve êrîş birin ser Heleb, Hama, Hûms û Şamê û bi vî rengî rejîma Baas a bi dîktatoriya Esad hilweşiya. Li Sûriyeyê piştî 61 salan guhertineke nû destpê kir. Bêguman rojên bê, mehên bê bi têkoşîna hêzên li Sûriyeyê wê rê û rêbazên vê guhertinê diyar bibin. Yanî em di pêvajoyeke nediyar de ne.

Lê belê di nava vê paşeroja nediyar de em neçar in analîzên diyar û şênber jî bikin. Di vê çarçoveyê de divê em xwedî li Rojava derkevin. Bi ruhê Kobanê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate nîşandan divê em xwedî lê derkevin. Bi vî ruhî divê em analîza şênber a pêvajoya nediyar bikin, wezîfeyên dibin para me bi rengekî hêja bi cih bînin. Ji bo analîzkirina pêvajoya ku piştî 27'ê Mijdarê li Sûriyeyê destpê kir, divê mirov HTŞ'ê, hêzên SMO yên ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê û pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Rojava nas bikin û baş fêhm bikin.

Weke ku tê zanîn, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 28'ê Çileya 2017'an de bi yekbûna komên Cephe Fetîh El Şam, Eniya Ensarûddîn, Ceyşû's Sunne, Lîwa El Hak û Tevgera Nûreddîn Zengî weke dewama El Qaîdeyê li Sûriyeyê ava bû, rêxistineke cîhadîst selefî ye. Mûhammed El Jolanî ku di serî de li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê di lîsteya terorê de ye, serkêşiyê jê re dike. Kesekî welê ye ku bi 10 milyon dolarî lê tê gerîn.

Baş e, HTŞ çawa ava bû? HTŞ destpêkê di sala 2011'an de bi navê Eniya El Nûsra ku El Qaîde ya Sûriyeyê bû, ava bû. Serçeteyê DAÎŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî di dema damezrandina wê de amade bû. Jolanî jî weke ku her kes pê zane destê rastê yê Ebû Bekir El Bagdadî bû û destpêkê li baskê rêxistinê yê li Iraqê berpirsyar bû. Piştre bi fermana Bagdadî derbasî Sûriyeyê bû û El Nûsra ava kir. Piştî ku DAÎŞ hate qedandin, El Nûsra navê xwe guhert. Piştî ku DAÎŞ hate qedandin, Jolanî rêxistinên cuda yên parçe bûn di bin sîwanekê de li hev kom kir û HTŞ ava kir.

Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya ser bi Tirkiyeyê ve di sala 2011'an de bi Bihara Ereb re ji rewşa li Sûriyeyê sûd wergirt û destpêkê bi navê Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) ava bû. Piştre jî nav guhert û veguherî Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê. Lê belê di nava rêxistiniya OSO yan jî SMO'yê de gelek komên cuda hene. Rêxistiniyeke welê ye ku mîna Tûgaya Semerkant, Tumena Hamza, Tûgaya Sûltan Mûrad gelek kom di nav de hene.

Destpêkê gelek derdorên ku li Sûriyeyê demokrasî dixwest di nav de hebûn, lê belê bi piştgiriya Tirkiyeyê re ev hêz beralî bûn û veguherî hêzeke li dora Tirkiyeyê. Ji Ûygûr heta bi Ozbekistanê, ji Çînê heta bi Tirkmenistanê û milîtanên DAÎŞ'ê veguherî rêxistiniyeke çete. Ev rêxistina çete ku mirovan dikuje, mirovan direvîne, bazirganiya narkotîkê dike, talan, destavêtin û gelek sûcan dike, nîşan dide ku paşeroja Sûriyeyê dikare ber bi ku ve biçe. Dema ku mirov bala xwe didin ser van herdu rêxistiniyan, yanî hem HTŞ hem jî Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê ya ser bi Tirkiyeyê, tê dîtin ku Sûriye dikeve nava pêvajoyeke tarî. Pêvajoyeke tarî li benda gelên Sûriyeyê ye.

Bêguman Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van rojên tarî dibe ronahî. Weke ronahiya ku dawî li vê tarîtiyê bîne mîna bexçeyekî ji bawerî û gelan e ku hemû gel, komên etnîkî, olî û mezhebî lê dimînin. Lê belê ji bo dawî li vî bexçeyê gelan bîne û ronahiyê vemirîne, ji bo Sûriyeyê bixe nava tarîtiyê dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi her awayî êrîşan dike.

Bi êrîşên xwe yên faşîst dixwaze paşeroja gelan têk bibe, hêviyan ji holê rake. Ji bo vê jî çeteyên ne Sûriyeyî, yên ji ber DAÎŞ'ê mane bi navê SMO bi ser gelan ve diajo. Di vê çarçoveyê de dixwaze şoreşa gelên Rojava bifetisîne, hêviya ji bo azadî, demokrasî, xwişk û biratî, wekhevî û hêviya gelan li ser vê xakê tine bike. Bi vê armancê êrîşên giran dibe ser Minbic, Qereqozax û Tişrînê. Zêdeyî 13 roj in êrîşên xwe yên li ser Kobanê zêde kiriye.

Lewma di serî de gel, bawerî, mezheb û eşîrên li Rojavayê Kurdistanê divê her kes li dora vî bexçeyê gelan bicivin. Ji bo ev paşeroja ronî ya li Rojava destpêkê li xaka Sûriyeyê belav bibe, ev wezîfe wezîfeyeke mirovahiyê ye. Ji xwe ya ku paşeroja Sûriyeyê diyar bike jî ev têkoşîn e. Divê mirov di vê çarçoveyê de binirxînin û nêzîk bibin. Ji bo vê jî divê mirov xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve, piştgiriyê bide hêzên YPG-YPJ, Asayîş û QSD'ê, bi tevlîbûnê ber bi paşeroja azad bimeşin.

Gelê Kurd, dostên wan, enternasyonalîst, demokrat, azadîparêz û femînîst divê piştgiriyê bidin Rojava ku Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û gelek nasnameyên etnîkî di nava xwe ve dihewîne. Çawa ku li tevahiya cîhanê 1'ê Mijdarê weke Rojava Kobanê ya Cîhanê tê pêşwazîkirin, divê bi heman ruhî xwedî li Kobanê bê derketin.

Ji bo vê jî di serî de Bakurê Kurdistanê gelên li çar parçeyên kurdistanê divê sînorê Rojava ji pêşiya xwe rakin û tevlî berxwedanê bibin. Tenê bi vî rengî paşeroja bawerî û gelên li Rojava û Sûriyeyê dikare bê misogerkirin. Ji bo vê jî divê bi ruhê Kobanê xwedî li berxwedana Rojava bê derketin. Di vê çarçoveyê de divê mirov li dora Rojava bibin yek. Dîrok û mirovahî vê yekê ji me hêvî dike. Gel, bawerî û mezhebên li Rojava û Sûriyeyê vê yekê ji me hêvî dikin. Mirovahî ji bo demokrasî, azadî wekhevî, xwişk û biratiyê vê yekê ji demokratan û enternasyonalan hêvî dike. Roj ew roj e ku bi ruhê Kobanê tevlî berxwedana Rojava bibin û xwedî lê derkevin.