Înkar û îmhakirina Kurdan dewam dike

Êrîş û dagirkeriya li ser herêmên Kurdan tê wateya paqijiya yekser a etnîkî. Li pêş çavên cîhanê ev yek tê kirin û sûcê şer tê kirin. Herî dawî li Şehba û Til Rifetê di êrîşan de hate dîtin. Piştî êrîşan nifûsa Kurdan nema.

ZEKÎ BEDRAN

Yên ku Tirkiyê rêve dibin ji bo bê statû û bê nasname hiştina Kurdan li derve û hindirê welat de çi ji destê wan tê dikin. Di Şerê Cîhanê yê yekemîn de Kurd ji aliyê 4 dewletan ve hatibûn dabeşkirin, ber bi tunebûnê û rêwitîyeke tarî ve hatibûn şandin. Di bin pencê komkujiyên çandî û helandinan de Kurdan xwe gîhande vê rojê. Niha Tirkiye di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî, ji bo Kurdan heman kiryaran re rûbirû bihêle çi destê wê tê dike. Yên wek Bahçelî dibêjin ‘’Bila Ocalan were meclîsê de biaxive û rêxistinê tasfiye bike.’’ Di heman demê de di Rojava de ji bo Kurdên Başur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin, vîna wan bişkînin û radest bigrin lez dane êrîşên xwe. Yên ku li Tirkiyê ji bo Kurdan tiştên baş difikirin, qaşo rêbazên aşitîyane pêşniyar dikin, ma gengaze li Rojava Kurdan re ewqas dijminatiyê bikin?

Rêvebiriya Erdogan ruxmê hemû rexneyên muxalefetê jî di Sûriyê de alîkarî da HTŞ, DAIŞ û çekdarên din. Tirkiyê ruxmê dijberiya Îran û Rusyayê jî piştgirî da HTŞ’ê. Dema ku Rejîma Baas’ê ya ku hindirê wê vala hilweşiya Erdogan û mirovên wî xwe wek xwediyê hemû Sûriyê dîtin. Şam zivirandin wek mala xwe. Ji bo ku rêvebiriya nû bikin di bin serweriya xwe, tevlî polîtîkayên xwe bikin helwestekî çors û pozbilind nîşan didin. Pêwîstiya HTŞ’ê ya revakirin û piştgirîya derve heye. Jixwe Sûriyê welatekî giran birîndar e. Kombuyîn û sererastkirina wê hêsan nîne. Tirkiya dixwaze vê yekê wek firsendekî bi kar bîne û Sûriyê bike di bin mêtîngeriya xwe.

Ji aliyê hemû cîhanê ve ji bo bêdengkirina çekan û bi guftûgo ve çareseriya pirsgirêkan bangawazî tê kirin. Lê Tirkiye berovajî dike. Komên çekdar ên ku di bin navê SMO’yê de rêxistin kiriye û diajo li ser Kurdan. Rejîm hilweşiyaye ji ber vê divê hemû hêzên muxalîf tevlî pêvajoya sîyasî bibin û lêgerîna çareserkirina pirsgirêkan ya aşitîyane de bin. Lê dema ku dor tê Kurdan çekê dispêrin li ser patika wan. Artêşa SMO’yê qaşo xwe wek muxalefeta Sûriyê hikûmeta demkî eşkereyê raya gel kirîbû. Lê derket holê ku tu eleqeya xwe mûxalefeta Sûriyê re nîne. Di destê dewleta Tirk ve wek hêzeke êrîşê ya li ser Kurdan hatiye rêxistin kirin. Çi pirsgirêka SMO’yê ji Kurdan re heye? Kurd li Sûriyê deshilatdar nînin û erîşên kesî nekirine. Ev heremên ku di tê de jiyan dikin de bi hemû gelan re pergaleke demokratîk avakirine û jîyaneke hevpar dijîn. Bi hevkariya hêzên Hevpeymana Nav Dewletî li dijî DAIŞ’ê di nava têkoşînê de ne. Di heman demê de ji bo Sûriyê ya nû de cihgirtinê û tevlêbûna karê ji nû ve avahîsaziyê re jî amade ne.

Di destê Tirkiyê de amûreke ku li dijî Rêvebiriya Xweser û Kurdan bi kar bîne nemaye. Derveyê vê, hêzên bibandor yên hemû cîhanê jî didin xuyakirin ku divê hebûna Kurdan were qebûl kirin û tevlî Sûriyê ya nû bibin. Tirkiye jî eşkere nikare bêje ez li dijî Kurda me lê ji bo dijberiyê jî çi ji destê wê tê dike. Ya ku di destê wê de maye tenê PKK’ê ye. Dibêje PKK’ê û YPG wek heve. Bi gotina ‘PKK’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye’ dixwaze gelên cîhanê manîpule bike. Mixabin kes napirse ka ev dagirkerî çawa çêbuye û kî dîtiye? QSD bi salane DYE û endamên Hêzên Hevpeymanî ên din re bi kar dike. Hemû operasyon bi hev re kirine. QSD’ê û rêvebirên wê her tim bi wan re ne. PKK’ê çawa hat ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir? Ka rêveberiya vê dagirkeriyê li ku derê ye. Halbikî ew heremên ku hatine rizgarkirin de meclîsên gel hatine avakirin û gel di nava vê pergalê de xwe rêve dibe û ewlekariya xwe pêk tîne.

Rêvebiriya Erdogan dibêje bila PKK’ê û YPG’ê tune bibin, dev ji çekan berdin û biçin mala xwe. Qaşo dê hebûna Kurdan li Sûriyê bipejirînin. Wisa tê fêmkirin ku ew qala hebûneke wek Tirkiyê de dikin. Ango rêveberiyeke yekpare û zêde navendî û ew şêwaza rêveberiya ku ew di cîh de dibînin dispêrin Sûriyêyê. Di Tirkiyê de Kurd hene lê ti mafên wan nînin. Li gor makezagona Tirkiyê netew hemû Tirk in. Niha dixwazin heman lîstokê li Sûriyê jî ava bikin. Bila Kurd hebin lê bila nasname û statuya wan tune be.

Tirsa ‘dibe ku hêzên Rojavayî û hîn beşên Sûriyê di makezagon û zagonan de cîh bidin Kurdan’ li wan alandiye. Ji ber wê êrîşên leşkerî zêde kirine. Gohên xwe bangawaziyên cîhanê yên bêdeng kirina çekan re girtine. Komkirina bi hêzên zêdetir ve dixwazin navendên girîng yên wek Kobanê dorpêç û dagir bikin. Erîş û dagirkeriyên li dijî heremên Kurdan rasterast tê wateya paqijiya etnîkî. Ango pêşiya çavên hemû cîhanê eşkere paqijiya etnîkî û sûcên şer dikin. Herî dawî li Til Rifad û Şehbayê jî hat dîtin ku piştê erîşan li wê derê tu Kurd neman.

Erdogan DYA û Hêzên Hevpeymanî bi gotina ‘Xeteriya DAIŞ’ê nîne, hûn ji bo alîkariya QSD vê dibêjin’ ve gefan li wan duxe. Lê hemû cîhan dibêje DAIŞ ji vê pêvajoyê sûd werdigre, û bi hêz dibe, erîşên xwe zêde dike, metirsî zêde ye. Erdogan tu demê li dijî DAIŞ’ê şer nekir, ji wan re nakokîyê xwe çê nebû. Hemû derd û kulên wî Kurd in. Dibêjin bila di Rojhilata Navîn de Kurd nebin xwediyê tu mafî, bila sitratejiya Tirkiyê ya ‘Yek dewlet, Yek millet, Yek ziman’ were parastin. Ango guhertina ew hişmendiya xwe ya ji rêzê û ji berkirî nafikirin û vê niha dispêrin Sûriyê jî.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî