‘Em bi ‘QSD’ê re ne’

Meclîsa Ciwanan a Tebqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê daxuyanî da û ragihand ew amade ne ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li hember Eyn Îsayê li ber xwe bidin.

Meclîsa Ciwanan a Tebqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê şermezar kir.

Alîkarê Serokê Meclîsa Ciwanan ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hesen El Kîno pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî sivîlên li herêmên dagirkirî şermezar kir.

El Kîno diyarkir: “Dewleta Tirk û çeteyên wê bi guhertina demografiya herêman re mal û milkên taybet ên sivîlan desteser dikin û gel ji cih û warên wan derdixînin” û ragihand ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser gelê ku bi QSD’ê re di nava ewlehiyê de dijî sûcê şer dike.

Ciwanan anîn ziman ku ew li rex QSD’ê ne. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.