Elmanya dîsa dest bi perwerdekirina pêşmergeyan dike

Piştî kuştina Kasim Suleymanî Elmanyayê perwerdekirina pêşmergeyan dabû sekinandin. Elmanyayê diyar kir ku ew ê dîsa dest bi perwerdekirinê bike.

Piştî ku DYE’yê li Bexdayê Fermandarê Hêzên Qidusê yê girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî el-Muhendis kuştibû, Elmanyayê ferman dabû leşkerên xwe yên li nêzî Hewlêrê û gotibû ‘Ji biryargehê dernekevin’.

ÎRO DEST PÊ DIKE

Piştî aloziya li herêmê sisttir bû, Elmanya dîsa dest bi perwerdekirina pêşmergeyan dike. Wezareta Parastinê Meclîsa Federal a Elmanyayê agahdar kir û diyar kir ku ji bo ew piştî 26’ê Çileyê dest bi perwerdekirinê bike hin şertên wan hene.

Tevî Elmanyayê Îngîltere, Macaristan, Fînlandîya, Hollanda û Îtalya yên di çarçoveya koalîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de li herêmê ne, ji leşkerên xwe re gotin ku ‘Ji biryargehê derkevin û vegerin ser peywira xwe.’

Piştî kuştina Kasim Suleymanî mûxalefeta Elmanyayê bang li hikumeta Merkel kiribû ku bila leşkerên Elmanyayê xwe ji Iraqê vekişînin lê Wezîrê Parastinê Annegret Kramp-Karrenabûr diyar kiribû bila leşker li herêmê bimînin.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2015’an de li Fransayê êrîşên terorê kiribû Elmanya bi awayekî çalak tevlî nav koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê bû. Bi vê mebestê tevî leşkerên wê yên li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan perwerde dike, li Iraq û Urdunê 415 leşkerên Elmanyayê hene.

Li nêzî Hewlêrê 90 leşkerên Elman pêşmergeyan û 27 leşkerên Elman jî artêşa Iraqê perwerde dike.