Elî Menla yê dewleta Tirk ew qetil kir spartin axê
Cenazeyê Elî Menla yê di encama topbaran dewleta Tirk a li ser gundê Aqîbe ya Şêrewayê li gundê jê spartin axê.
Cenazeyê Elî Menla yê di encama topbaran dewleta Tirk a li ser gundê Aqîbe ya Şêrewayê li gundê jê spartin axê.
Elî Menla yê 65 salî ku duh di encam topbaran dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Aqîbe yê Şêrewa ya Efrînê de şehîd bûbû, li gundê lê bi merasîmekê spartin axê.
Cenazeyê Menla ji Nexweşxaneya Avrîn ji aliyê sedan kesî ve hate girtin û ber gundê Aqîbe ve ketin rê.
Merasîma cenaze bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xeyrî Îbrahîm axivî. Îbrahîm ji bo malbata Menla sersaxî xwest û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.
Piştî axaftinan û şûnde cenazeyê Menla bi dirûşmên berxwedanê spartin axê.