'Elhamdulîllah PKK ava bû'

Mûhammed Mehdî Silêman, welatparêzekî kedkar e, ku faşîzma dewleta Tirk, nokerî û berxwedana Kurdan û milîtanên wan dîtiye. Bi kêfxweşî qala guhertina ku Ocalan û PKK'ê di jiyana wan de kiriye, dike.

Em Mûhammed Mehdî Silêman, ku di nava gel de weke Mûhammed ê ji malbata Pêşmerge Sofî tê naskirin, li Sûka Şinkahî ya li Qamişloyê nas dikin. 65 salî ye. Hem li Komuna Şehîd Rûken dixebite, ku navê xwişka wî lê hatiye kirin, hem jî li vê sûkê dikaneke xwe ya çerezan heye.

Dema em di ber dikana wî re derbas dibin, goşekeke dikana wî ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan û şehîdên PKK û YPG'ê lê ne, bala min dikişîne. Piştî ku me silav dan hev, qala wêneyên ku mala min dikişîne dike. Dibêje, gerîlaya jin a di wêne de xuya dike, xwişka wî ye û di sala 1994'an de li Rihayê di zîndana Tirkan de şehîd bûye.

Li dikana xwe çay dide me û em dest bi sohbetê dikin.

Mûhammed Mehdî Silêman yek ji wan kesan ku faşîzma dewleta Tirk, nokerî û berxwedana Kurdan û milîtanên wan dîtiye û jiya ye.

ÇIMA MALA PÊŞMERGE SOFÎ TÊ GOTIN?

Jê dipirsim, ku çima xwe weke Mûhammedê Mala Pêşmerge Sofî dide nas kirin. Di destpêkê de dibêje 'Ez Apoyî me' û diyar dike, ku beriya PKK'ê malbata wî ji ber ku destek dida raperîna Barzanî û bavê wî timî kincên kevneşop ên Kurdî li xwe dikir, di nava gel de navê 'Mala Peşmerge Sofî' lê hatiye kirin. Wiha dewam dike: "Wê demê bi hestên neteweyî me destek didan PDK'ê. Hingî PKK hê tine bû. Ji bo berxwedanê me alîkarî kom dikir û teslîmî civatan dikirin. Elhamdulîllah partiya me ava bûye. Me jî fêhm kir bê Kurdîtî çi ye. Dema ku PKK hate Rojava, em bûn yek ji dostên destpêkê yên partiyê."

NASKIRINA PKK'Ê Û BANDORA OCALAN

Di sala 1982'an de bi rêya helbestvanekî bi navê Alî Heso PKK'ê nas dike. Dibe heyranê nêrînên wan, sekna wan û rêbaza wan a xebatê. Dema ku Ocalan di sala 1982'an de hate Qamişloyê, yek ji malên lê dimîne, mala wan e. Gelekî bandorê lê dike: "Bav bû, bira bû, heval bû, xizmetkar bû. Jiyaneke xwe ya dilnizm û sade hebû." Êdî dibe dilsozê wan. Ji bo alîkarî bi PKK'ê re bike, diçe karê pembo. Destnîşan dike, ku dema kar dike govenda kar digerîne: "Wê govendê nîşan dida ku gelê Rojava çawa bbi îdeolojiya PKK'ê aram û kêfxweş dibe. Wê hestê ev şoreş afirand. Birînên di ruhê me de derman kir."

'EM BI KURDÎTIYA XWE SERBLIIND BÛN'

Mûhammed anî ziman, ku di nava her kesî de hestên neteweyî xurt kir, kir ku ti gel weke dijmin neyê dîtin û got, "Rêber Apo û PKK'ê hişmendiyeke welê da me, ku me qet ji Kurdîtiya xwe fedî nekir. Em timî pê serbilind bûn, lê me xwe di ser gelekî din re nedidît."

PDK LI DIJÎ ŞOREŞA ME SEKINÎ

Axaftina xwe anî ser nezîkatiya PDK'ê ya li dijî Şoreşa Rojava û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re. Li ber dikeve ku berê ji bo Barzaniyan gelek tişt kiribû û dibêje, "Lê belê ji destpêka şoreşa me ve ew bi Tirkan re bûn yek û ambargo danîn ser Rojava. Şoreşê nas nake." Di heman demê de destnîşan dike, ku ew ji ber vê yekê matmayî nema ye û işaret bi karaktera PDK'ê dike. 

XWIŞKA WÎ YA ŞEHÎD DIBE

Mûhammed Silêman di Komuna Şehîd Rûken de, ku navê xwişka wî lê hatiye kirin, serokê komîteya lihevanînê ye. Qala çîroka şehadeta xwişka xwe dike, ku li zîndana Rihayê şehîd dibe: "Di destpêka salên 1980'î de dema me partî nas kir, heval dihatin mala me. Wê çaxê xwişka min hê ciwan bû. Piştre çû Şamê û dest bi xwendina mamostetiya Fransî kir. Li Şamê tevlî nava refên PKK'ê bû û dest bi karê siyasî kir. Dûre hat cem me û got, ew ê biçe Akademiya Mahsûn Korkmaz û perwerdeyê bibîne.

Di sala 1991 ya jî 92 bû. Dîsa hat û vê carê xatir ji me xwest. Weke gerîla derbasî herêma Amedê ya Bakurê Kurdistanê bû. Ji wir jî çû Mêrdînê. Li Mêrdînê dîl hate girtin. 4 salan di zîndanê de ma. Dijmin ew li zîndana li Rihayê qetil kir. Agahiya şehadetê gihîşt me, lê agahiyên berfireh em pê nizanin. Em bi vê dizanin; di dema dîlgirtinê de û li girtîgehê, faşîzma dewleta Tirk îşkenceya giran lê kir. Li ser şopa Mazlûm Dogan bû şehîda berxwedana zîndanê. Em pê serbilind in."

'BERDÊLÊN MEZIN BELASEBEP NÎNIN'

Bi heman rengî diyar dike, ku ti kêliya berxwedanê, ti kes belasebep nîne, bi îro re dibe yek û ber bi siberojê ve diçe. Balê dikişîne ser asta ku Kurd tevî hemû gef û xeteriyan îro gihîştine û dibêje, "Dema ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dest pê kir, cîhan dijminê me bû û kujerê Kuridstanê bû. Îro bi dayîna berdêlên mezin cîhan neçar dimîne me qebûl bike. Gelo Mazlûm Dogan û hevalên wî çêdibe bên jibîrkirin?"

Di dema xatirxwestinê de destnîşan dike ku refên lehengan wê teqez bi ser bikeve.