El Hemud: Wê nikaribin axa me dagir bikin
Nûnerê Eşîra Hilisat Îbrahîm Ehmed El Hemud jî diyar kir ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk û ew ê tu carî axa xwe neterikînin.
Nûnerê Eşîra Hilisat Îbrahîm Ehmed El Hemud jî diyar kir ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk û ew ê tu carî axa xwe neterikînin.
Îbrahîm Ehmed El Hemud, da zanîn ku dewleta Tirk embarên genim, firne, tesîsên elektrîk, gaz û neftê, nexweşxane û dibistanan dike hedef û bi vî rengî hewl dide gel birçî û bêçare bihêle. El Hemud got, “Em li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk amade ne. Em bi zarokên xwe re namzetên şehîdan in."
Nûnerê Hilisat Eşîret ê ji gundê Hişê yê Girê Spî Îbrahîm Ehmed El Hemud têkildarî êrîşên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.
El Hemud diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî qebûl nakin û got: “Me bi hezaran şehîd dane. Me ji bo parastina gelên cîhanê dewlemendiyên xwe yên herî bi qîmet feda kir. Me xwîna xwe li ser van axan rijand da ku teroreke hovane û dijmirovî ya mîna DAIŞ’ê têk bibin. Em li ser axa xwe û destkeftiyên xwe ne û em tu carî welatê xwe terk nakin. Em vê hêza dagirker naxwazin. Ew embarên genim, firin, nexweşxane û dibistanan dike hedef. Bi vî awayî hewl dide xelkê birçî û bêçare bihêle. Em bi zarokên xwe re namzetên şehîdan in. Em li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk amade ne. Zarok, kal, pîr, jin û mêr, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê weke mertalên zindî li ber xwe bidin.”
El Hemud diyar kir ku ew ê di vî şerî de tu carî QSD’ê bi tenê nehêlin û got, “Dewleta Tirk dixwaze xewna Osmaniyan careke din li vê herêmê pêk bîne. Osmaniyan ev 400 sal in van xakan dagir kirine û niha jî Erdogan van erdan dagir dike. Hemû êl û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re wê bi QSD’ê re bin, ji ber ku QSD’ê ji zarokên me pêk tê. Her şervanekî QSD’ê kurê vî gelî ye. Em ê tu carî zarokên xwe bi tenê nehêlin.”
El Hemud bi taybet bêdengiya Yekîtiya Ereban rexne kir û got, “Ka Yekîtiya Ereban li ku ye? Dema dewleta Tirk van mirovan bi balafiran dikuje, tenê temaşe dikin? Ev welat dayika me ye. Tu nirxên exlaqî yên dewleta Tirk tune. Heta goran jî dikin hedef. Dewletên Yekîtiya Ereban jî tenê temaşe dikin."