Ehmed Xoce: Erdogan di kêliyên dawî yên desthilatdariyê de ye

Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya PYD'ê Ehmed Xoce diyar kir ku rejîma Erdogan di kêliyên dawî yên desthilatdariyê ye û destnîşan kir ku têkçûna vê rejîmê wê li Tirkiyeyê dikare bibe destpêka jiyaneke demokratîk.

Di 14'ê Gulanê de wê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên giştî û serokkomariyê bêne kirin. Rejîma AKP-MHP'ê ya bi serkêşiya Erdogan, ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, fikar hene ku êrişkariyê zêde bike. Yek ji deverên ku êrişê li ser dike jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê nirxand.

Ehmed Xoce bi bîr xist ku dewleta Tirk rojane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bi vî rengî dixwaze aloziya di nav de ye derxîne derveyî welat û got, "Dewleta Tirk bi her rê û rêbazê li dijî Kurdan şer dike. Hikumeta AKP'ê dixwaze bi vî rengî di hilbijartinê de bi ser bikeve."

Ehmed Xoce diyar kir ku desthilatdariya li Tirkiyeyê ji aliyê siyasî ve êdî hilweşiya ye, ji aliyê aborî ve jî di nava krîzekê de ey û got, "Ji bo karibe di hilbijartinê de bi ser bikeve, hewl dide li derve aloziyê derxîne û îradeya gelê Kurd bişikîne. Lê belê tişta ku diyar dibe ew e ku Erdogan di kêliyên dawî yên desthilatdariya xwe de ye. Ji bilî êrîşkariyê rêyeke din ji xwe re nabîne, lê belê di vê rêyê de jî wê êdî li bin bikeve."

Ehmed Xoce bal kişand ser xurtbûna HDP'ê û zêdebûna dengê wê û destnîşan kir ku têkçûna desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê wê karibe bibe destpêka jiyaneke demokratîk.