Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, di Civîna Asayî ya Duyemîn a Desteya Siyasî de ya meclîsê ku duh li navenda MSD`ê ya bajarê Dirbesiyê bi amadebûna Hevserokê MSD`ê Riyad Derar û endamên Desteya Siyasî hatibû lidarxistin, rewşa herêmê û Rojhilata Navîn nirxand.
Îlham Ehmed di nirxandina xwe de bal kişand ser helwesta dewleta Tirk a di aloziya Qatarê de û got:”Bi destpêkirina aloziya Qatarê re, hin dewletan Qatar bi piştgiriya bi “terorê”nîşan dan, lê dewleta Tirk piştgirî bi Qatarê re nîşan da. Ji ber ku dewleta Tirk û Qatar di piştgiriya bi terorê ya li Sûriyeyê hevkar in, lewre piştgiriyê dide Qatarê.”
‘DIXWAZIN DAGIRKERIYÊ BERFIREHTIR BIKIN’
Îlham di dewamkirina nirxanda xwe de, îşaret bi dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyeyê nîşan da û wiha pê de çû:”Dewleta Tirk bi rêya amadekirina çeteyên xwe, wekî Cerablûs û Babê hewl dide Idlibê dagir bike. Lê civaka navneteweyî ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tu nerazîbûn nîşan nedaye.”
Îlham Ehmed diyar kir ku Meclîsa Sûriyê Demokratîk ne girêdayî tenê herêmekê ye, berovajî wê ew girêdayî tevahiya Sûriyeyê ye.