Ehmed: Gelê Sûriyeyê divê li warên xwe werin bicihkirin

Nîhad Ehmed derbarê gotina Erdogan a ku gotibû ‘Em ê milyonek Sûriyeyê vegerînin’ got “Heke ev milyonek kes li cihên ku ne aîdî xwe werin bicihkirin ev tişt wê xetereyeke mezin bi xwe re bîne.”

Dewleta Tirk a ku berê bi rêya OSO, El Nûsra û çeteyên DAÎŞ’ê mudaxeleyî Sûriye û Rojava dikir, piştî sala 2016’an vê siyaseta xwe guherand û êdî dest bi dagirkirina yekser kir.

Dewleta Tirk a ku ji Îdlîbê heta Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê axeke berfireh dagir kiriye, armanca wê ev e ku demografiya çandî, etnîk û dînî ya van herêman xerab bike.

‘TIRKIYE DÎSA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ DIGUHERÎNE’

Di demên dawîn de desthilatdariya AKP û MHP’ê diyar dike wê penaber û koçberên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê vegerînin. Dewleta Tirk dixwaze van koçber û penaberan li herêmên dagirkirî bi cih bike û wê bi vî awayî avadaniya demografîk a herêmê biguherîne.

Endamê Desteya Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed ev mesele ji ANF’ê re nirxand. Ehmed diyar kir dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku dagir kiriye di tarzê Lîva-î Îskenderûn (Sancaxa Îskenderûn) siyasetê dike. Dewleta Tirk di sala 1939’an de bi entrîka û xapandinan ew herêm dagir kiribû û navê wê kiribû Hatay. Ehmed diyar kir dewleta Tirk dixwaze bi vê siyasetê herêmên dagirkirî têxe bin kontrola xwe û got “Tirkiye dema ku milyonek kesan bîne vir, yek jî ji wan ne ji vê herêmê ne û ev tişt wê bi xwe re xetereyê jî bîne. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûn û înkara Kurdan amade kiriye. Dewleta Tirk piştgirî dida çeteyan û ev çete diajot ser Kurdan. Îro jî heman êriş didome.”

‘DIVÊ KOÇBER Û PENABER VEGERIN SER AXA XWE’

Ehmed diyar kir Erdogan dixwaze milyonek kesên ji Sûriyeyê vegerîne û got “Ev kes wê li ku werin bicihkirin? Li cihên ku dewleta Tirk dagir kiriye demografî tê guherandin. Bi taybetî li Efrînê demografî tê guherandin. Li Efrînê bi hezaran xanî hatine lêkirin û kesên ji Helen, Humis, Îdlîb û Hemayê li Efrînê tên bicihkirin. Kesên ku xwediyê van herêman bûn ji cihê xwe hatin rakirin û niha kesên xerîb wê werin ser vê axê. Ev kesên wê werin ne xwediyê vê axê ne. Divê koçber û penaber vegerin ser axa xwe. Lê îro Erdogan penaber û koçeran ji bo hilbijartinê bi kar tîne. Vê tişta ku Tirkiye dike wê encamên gelekî xetere ava bike. Heke milyonek kes li cihên ku ne aîdî xwe ne, werin bicihkirin wê ev bibe xetereyeke gelekî mezin. Divê hiqûqnas, hiqûqa navneteweyî û raya giştî li ser vî tiştî bisekine û dewleta Tirk asteng bikin.”