BI DÎMEN

Ehmed: Gel siberoja xwe di felsefeya Rêbertî de dibînin

Endamê Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmed diyar kir ku gel siberoja xwe di felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin û got: “Em ji Rêbertî agahî nagirin, divê em hesabê vê yekê bipirsin.”

Endamê Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmed têkildarî salvegera 25’an a komploya navneteweyî û pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, axivî.

Silêman Îsa Ehmed di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “10’ê Cotmehê li seranserê cîhanê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi tevlîbûna 74 welatan pêngavek hate destpêkirin. Pêngaveke ku gelek nivîskar, hiqûqnas, lêkolîner, fîlozof, bijîjk û kesên xelata Nobet wergirtine, eleqe nîşan dan. Pêdiviya cîhanê bi azadiya Rêbertî heye. Pêdiviya mirovan bi felsefeya Rêbertî heye. Pêdivî bi çareseriya pirsgirêka Kurd dibînin. Niha her çar parçeyên Kurdistanê di bin mêtingeriya dewleta nîjadperest û faşîst de ye. Demokratîkbûna Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê di heman demê de wê bandorê li derdora xwe jî bikin. Ji ber ku ev çar welat di heman demê de pira di navbera rojava û rojhilat de diafirînin. Ji destpêka cîhanê heta rojhilatê cîhanê her rê li Kurdistanê re derbas dibe. Di vî warî de girîngiya vê pêngavê hîn zêdetir tê dîtin.”

Îsa Ehmed anî ziman ku Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 14’ê Cotmehê beşdarî vê pêngava 10’ê Cotmehê li seranserî cîhanê hate destpêkirin, bû û wiha pêde çû: “Eger ne bi saya hêz û felsefeya Rêbertî bûya, hêzên tarî û faşîst dixwestin barê vî şerî li milê Rojava bar bikin. Qurbanên vî şerî bê Kurd û Rojava ban. Lê bi felsefeya Rêber Apo gelên Sûriyeyê û Rojava bûn sembola yekîtî û demokrasiyê. Hêzên tarî berê çeteyan dan Rojava. Mîna Tirkiyeyê ji gelek deveran alîkarî ji van çeteyan re hat û tevî vê yekê jî li hemberî gelê me bi ser neketin.

Gelek meş, konferans, civîn û kampanyayên xwendina pirtûkên Rêbertî hatin lidarxistin. Komên ku li ser pirtûkên Rêbertî perwerde dibînin, hatin avakirin. Li ber NY’ê çalakî hatin kirin. Grevên birçîbûnê hatin kirin. Ev çalakî tenê li herêmên Kurdan nehatin kirin. Bi taybetî li herêmên Ereb hatin kirin û li van deveran tevlîbûneke hîn mezintir çêbû. Dîsa jinên Ereb jî eleqeyeke zêde nîşan dan. Jinên Ereb xwe di felsefeya Rêbertî de dîtin. Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe deyndarê Rêbertî dibînin. Di hemû çalakiyên hatin lidarxistin de, jin timî li pêş bûn.”

‘REWŞENBÎR Û GELEK KES DI FELSEFEYA RÊBERTÎ DE DIBIN YEK’

Silêman Îsa Ehmed ragihand ku ev pêngava ku bi 74 dewletan destpê kirî, îro li cîhanê gihiştiye 125 navendan û ev tişt got: “Her roj pêş dikeve û mezin dibe. Gelek welatên ku em texmîn nakin, tevlî vê pêngavê bûn. Mînak li welatekî mîna Bangladeşê jî jin tevlî pêngavê û felsefeya Rêbertî dibin. Ev tê wê wateyê ku fikir û felsefeya Rêbertî gihiştiye her derê.

Li dijî hêzên ku hemû çavkaniyên cîhanê anîn pêvajoya tunekirinê, dîsa felsefeya Rêbertî çareseriyê nîşan dide. Di vî warî de hemû rewşenbîr û derdor ên bi hestiyar, li dora felsefeya Rêbertî dibin yek û di vê pêngavê de tên ba hev. Helbet wê di pêvajoya pêş de karên hîn mezintir bên kirin. Xebatên hîn bi rêxistintir bên kirin. Îro di karesatên xwezayê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Sedemê vê yekê jî texrîbatên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine afirandin in. Ji bilî Rêbertî ti kes nikare pêşengiyê ji modernîteya demokratîk re bike. Ji ber ku bingehê vê yekê ji aliyê felsefeya Rêbertî ve hate afirandin. Di civakê de pirsgirêka jinê, pirsgirêka ciwanan bersiva van hemûyan di felsefeya Rêbertî de heye. Di vî warî de di rastiyê de jî hemû mirovahiyê re dibe bersiv.”

‘AGAHÎ JI RÊBERTÎ NAYÊ GIRTIN; DIVÊ EM HESABÊ VÊ YEKÊ BIPIRSIN’

Ehmed destnîşan kir ku jinên ciwan, Kongra Star û PYD’ê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferans lidar xistin û wiha bilêv kir: “Weke înîsiyatîfa Rêbertî me jî konferans lidar xist. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî van konferansan dibin. Dîsa ji deverên cuda tevlîbûn çêdibin. Yên yekser nikarin tevlî bibin, bi rêya sînevîzyon û rêbazên mîna wê nehatî dîtin tevlî dibin. Di her konferansê de ji bo siberojê plan tên çêkirin. 9’ê Cotmehê me kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Ev kampanya ne tenê di çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, heta Şam, Lubnan û Bakurê Kurdistanê jî ye. Me miyonek û nîv îmze armanc kiribû, lê niha milyonek û 600 îmze hatin komkirin. Evane wê ji saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî re bên şandin. Divê saziyeke mîna CPT’ê wezîfeyên xwe bi cih bîne. Li gorî qanûnên navneteweyî mirovek ji 14 rojan zêdetir di hucreyekê de nayê girtin. Dema ji 14 rojan destpê kir û gihişt 15 rojan, ev dikeve çarçoveya êşkenceyê de. Lê Rêber Apo 25 sal in tecrîdkirî ye. Dîsa 36 meh in agahî ji Rêbertî nayê girtin. Hesaba vê yekê pirsîn, mafê gelê me ye. Xwedî li îradeya xwe derdikeve. Dîsa bernameya me heye, em di pêvajoya pêş de nameyan bişînin. Wê ji hemû serokên dewletan û saziyên navneteweyî re name bên şandin. Berê me ji NY, Vatîkan, gelek serokên saziyan, saziyên mafên mirovan ên Ewropa û CPT’ê re name şandin. Niha em ê vê çarçoveya nameyan hîn zêdetir berfireh bikin. Wê çalakiyên me dewam bikin. Helbet wê ev çalakî di çarçoveyeke demokratîk de bin. Heta ku encam tê wergirtin, wê ev dewam bike.

36 meh in êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd nesekinî ne. Bi taybetî êrîşên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj zêdetir dibin. Helbet weke gelê Rêbertî em vê zihniyetê li ser xwe qebûl nakin. Rêbertî bi îrade, têkoşîn, fikir û felsefeya xwe komplo vale derxist. Hingî ku tecrîd li ser Rêbertî giran dibe, ez dibêjim ka wê vê carê li kuderê şerek çêbibe. Di nava 36 mehan de bişopînin, çiqas şer qewimîn. Evane li ser yek zihniyetê ber bi pêş ve diçin. Ji bo desthilatdariya xwe bidomînin, pêdivî DAÎŞ, Cebhet El Nûsra û van hemû hêzên tarî dibînin. Lewma divê em jî êdî li dijî vê yekê hêza xwe bikin yek û têkoşîna xwe hîn xurttir bikin.”

‘PARASTIN Û EWLEHIYA ME GIRÊDAYÎ PARASTIN Û EWLEHIYA RÊBERTÎ YE’

Endamê Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Silêman Îsa Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha em ê komployê çawa vale derxînin û em ê li dijî vê yekê têkoşîneke çawa bimeşînin. Ji bo vê yekê divê em car li Rêbertiya xwe vegerin. Yanî li Îmraliyê vegerin. Rêbertî bi berxwedan, lêhêrbûn, lêkolîn û lêhêrbûneke mezin a fikrî komplo vale derxist. Em jî ji bo şikandina tecrîdê û vale derxistina komployê, divê ji Rêbertî fêr bibin. Divê em Rêbertî rast bixwînin û telîmatên wî rast pêk bînin. Divê ji hemû cîhanê re were nîşakirin ku Rêbertî parçeyekî ji canê me ye. Berê pêngava me ya ji her deverê re şandina mailan hebû. Divê pêngavên bi vî rengî nesekinin. Divê gelê me vê yekê ji xwe re weke wezîfe bibîne û pêk bîne. Divê em vê yekê baş fêm bikin; parastin û ewlehiya me girêdayî parastin û ewlehiya Rêbertî ye. Divê em têkîliyên xwe yên bi mirovan re hîn zêdetir pêş bixin. Li cîhanê bi milyonan alîgirên demokratîk û azadiyê hene. Divê em xwe bigihînin wan û bi wan re têkoşîneke baştir pêş bixin. Bi vî rengî em dikarin pêngavê bigihînin encamê û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin.”