BI DÎMEN

Egîd Roj: Çar parçeyên Kurdistanê ji bo Efrînê şer kir

Yek ji şahidên Berxwedana Serdemê ya 2018'an rojnamevan Egîd Roj got, "Hêviya Rêber Apo ya 50 salan ku dixwaze çar parçeyên Kurdistanê bigihîne hev, li Efrînê pêk hat. Ji ber ku li Efrînê xwîna Kurdên ji çar parçeyan rijiya."

Rojnamevan Egîd Roj ê ku 9 sal in li Kantona Şehba-Efrîn ji bo ragihandina deng û berxwedana gel û şervanên azadiyê kedek mezin da, ji ANF’ê re behsa pêvajoya êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkarên wê ya li ser Efrînê û berxwedana destanî ya gel li beramberî êrîşên dagirkeriyê kir.

‘RÊWÎTIYA 9 SALAN’

Rojnamevan Egîd Roj di serî de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha got, “9 sal in ez xebata rojnamevaniyê li herêma Efrîn û Şehba didim meşandin. Ji bo ku em bibin dengê hemû azarên gelê xwe, zarokan û hemû şervanên ku bi dil wêrekî 58 rojan li hemberî dagirkeriyê Tirk şer kirin. Di Berxwedana Serdemê de pêwîstî bi rojnamevaniyeke xurt hebû û hemû rojnamevanên ku di berxwedana Serdemê de di cih girtine û şopnadine kedeke mezin dane.”

Roj, da zanîn ku di dema êrîşên dagirkeriyê de şêniyên Efrînê 58 roj bênavber berxwedaneke dîrokî raber kirine û wiha got, “58 roj şêniyên Efrînê, bi berdêlên giran berxwedaneke destanî raberkirin û di dîroka Kurdistanê de bi heybet cihê xwe girtin. Êrîşeke pir dijwar, bi çekên giran hebû. Her wiha bi rêya ragihandinê şereke taybet jî li dijî gel dihate meşandin. Li dijî êrîşeke wiha dijwar û giran weke rojnamevan em dikarin çi bikin û çawa rastiya êrîşên dagirkeriyê û êşa gel vebêjin, li ser wê xebatên me hebûn. Di vî alî de erkeke giran diket ser milê rojnamevaniyê. Em di ferqa rol û mîsyona ragihandinê de bûn, ji bo vê yekê me civînên xwe ên despêkê lidar xistin, kamêre û pênûsên xwe hilgirtin, em ê çawa bisekinin, wê ev çîrok çawa were belge kirin, wê çawa ji dîrokê re were hiştin ev hemû hate plan kirin.”

‘DI EZMANEKE BIÇÛK A WEKE EFRÎNÊ 72 BALAFIR DIGERIYAN’

Roj, qala kêliyên despêkê ên berxwedana serdemê kir û diyar kir ku di 20'ê Çileya 2018'an de 72 balafir li ser ezmanê Efrînê digeriyan. Di ezamneke biçûk weke ya Efrînê 72 balafir digeriyan. Balafirên şer bi taybetî bandorek mezin li ser derûniya zarokan kir. Armanca dewleta Tirk a dagirker şikandina îradeya gel bû. Gel bi rojan li dijî êrîşên dijwar li ber xwe dan. Me dîmenê kêliyên êrîşan a despêkê li ser taxa Eşrefiyê ya Efrînê dikşandin, gelê me li hember wan balafiran li ser baniyan bû. Di wan êrîşên despêkê de tiştê herî zêde me tevgera wan balafir û êrîşên ku hatine kirin belge kirin û ji raya giştî re hatin parvekirin.''

’BERXWEDANA ŞERVANÊN YPG/YPJ’Ê BÛ ARMANCA ME YA SEREKE’ 

Roj, diyar kir ku di berxwedana serdemê de jiyana Şervanên YPG/YPJ’ê bû armanca wan a sereke û wiha dewam kir, “Şervanên YPG û YPJ’ê canê xwe ya nazîk û bedew xelatî gel dikirin û bi lehengiyên xwe dîrok dinivîsandin. Ji ber wê me hewl da jiyan û berxwedana wan ji cîhanê re ragihînin. Dîmenên bi bandor derdiketin holê, me jî hewl dida bi kamereyên xwe her kêlî bikêşin. Dayîkên Efrînê yên berxwedêr bi tilîliyan şervanê xwe oxir dikirin, hemû dîmen hatin girtin. Her wiha di vê oxirê de bi dehan rojnemevan şehîd bûn, jiyana şehîdên sembolîk ên li dijî dagirkeriyê û ji bo parastina gelê xwe çalakiyên fedaî li darxistin jî hatin girtin û gelên berxwedêr ên kantona Cizîrê û Başûrê Kurdistanê û Helebê ku ji derveyî herêmê derbasî Efrîn bûn, ev kêliyên bi coş û kelecana mezin, hemû hatin şopandin. Mirov dikare bêje ku dema herikîna gelan li kolanên Efrînê bûbû yek.”

Roj, diyar kir ku ji her çar aliyê Kurdistanê ciwanên Kurd li Efrînê şerê azadiyê dane meşandin û got, “Efrîn, Efrîneke Kurdistanî ye û ji bo wê tê gotin Efrîn bûka Kurdistanê ye. Di berxwedana serdemê de şervanên çar parçeyên Kurdistanê, xwîna wan li ser axa Efrînê bû yek, gelê çar parçeyên Kurdistanê hatin Efrînê. Xeyala Rêber Apo bû ku rojekê yekîtiyeke wiha pêk were. Ji her çar aliyê Kurdistanê ciwan ji bo parastina axa Efrînê, xwîna xwe rijandin. Ev xaleke girîng e. Kombûna gelê Kurdistanê bi vê awayî mirov nizane wê çawa pênase bike, ji ber ku di dîrokê de li her deverê dema ku şer çêdibe, koçberî destpê dike, lê li Efrînê barojvajî wê bû. Di dîrokê de ti roj weke vê rojê nehatiye nivîsandin. Ji bo wê em dikarin bêjin şerê Efrînê ya 58 rojan destkeftiyên 50 sal a îdyolojiya Rêber Apo û tevgera azadiyê bû. Hêviya Rêber Apo di şerê Berxwedanê Serdemê de pêk hat. Şervanên ku ji her derê Kurdistanê û derveyî Kurdistanê hatin û ji bo Efrînê jî şer kirin û tevlî wê berxwedanê bûn.”

‘SOZA BERDEWAMIYA XETA ŞEHÎDAN WÊ HEYA MIRINÊ DEWAM BIKE’

Rojnamevan Egîd Roj di dawiyê de anî ziman ku, berxwedana wan li dijî dagirkeriyê li herêma Şehbayê dewam dike û got, ”Me soza berdewama kar û xebatên xwe nû kir. Em li herêma Şehbayê jî bûn şahidê gelek bûyerên berxwedanî, têkoşîn, hêvî û êş. Hemû komkujiyên ku gelê me tê re derbasî bû weke komkujiya Til Rifatê û Aqîbê em bûn şahidê wê jî. Her wiha topbarana rojane ku herêma me rûbirû dimîne, em wê dişopînin û hewl didin ji cîhanê re rastiya dewleta Tirk a dagirker eşkere bikin.”