Efrîniyan peyama ‘Heta Efrîn azad nebe, em ê li ber xwe bidin’ da

Efrîniyên dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin peyama ‘Heta xaka me azad nebe, em ê li ber xwe bidin’ dan.

Meclîsa Kantona Efrînê bi diruşma"Bi vîn û fikira azad dê 2021’an bibe sala serketin û rizgarkirina Efrînê" meşeke giseyî bi tevlîbûna şêniyên kampa Berxwedan, şêniyên navçeyên Fafîn û Ehdasê lidar xist. Meş bi boneya nêzbûna salvegera 3’yemîn a dagirkirina Efrînê hat lidarxistin.

Şênî li ser rêya Fafîn û kampa Berxwedanê kom bûn û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankratên "Êdî bes ji dagirkirina xakê re", "Efrîn di dilê me de ye", "Bi rihê şehîdên me, em ê bi ser kevin û dê parastina jin û jiyanê bikin", "Na ji qirkirin û guhartina demografî re" hildan.

Bi gihaştina şêniyan li qada kampa Berxwedanê re, deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hêvîn Elûş axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî, jin, zarok û mezinên Efrînê şermezar kirin.

Hêvîn Elûş got: "Berxwedana ku şêniyên Efrînê bi dema 58 rojan li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, hat nivîsandin û hê jî bi tîpên zêrîn di dîrokê de tê nivîsandin." Hêvîn Elûş da zanîn ku tevî rewşên dijwar û dorpêçê, şêniyên Efrînê li ber xwe didin.

Li aliyekî din jî Endama Rêveber a Rêveberiya Kongreya Star Zeyneb Xelîl eşkere kir ku pêwîst e asta têkoşînê bê bilindkirin, da ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dagirkirina Efrînê ya 2018’an û tevahî planên dagirkeriyê têk bibin.

Endamê Meclîsa Kampa Serdemê Şoreş Îsa jî got: "Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê berdewam in, da ku hebûna şêniyên Efrînê îmha bikin, ku bi wê re jî guhartina demografiyê hêsan bibe."

Şoreş Îsa wiha bi dawî kir: "Em wek şêniyên Efrînê di berxwedana xwe de heta rizgarkirina Efrînê ji destê dagirkerî û çeteyên wê de, berdewam in."