Efrîniyan dagirkerî di salvegerê de protesto kirin

Efrîniyên ku di salvegera 3’an a dagirkeriya Efrînê ya li aliyê dewleta Tirk ve bi meşekê protesto kirin, bi rayedarên Rûs ên li navenda Rûs a li Fafînê re civiyan.

Bi sedan şêniyên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûn, ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a ku ev 3 sale xaka Efrînê dagir kiriye, xwepêşandanek lidar xistin. Xwepêşandêr li pêşiya navenda lihevanîna Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê girêdayî navçeya Fafînê ya li Şehbayê kom bûn û diruşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî, berz kirin.

Ji xwepêşandêran Endama Meclîsa Kantona Efrîn Fatime Lekto, berdevkê fermî ya Rêxistinên Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo û Endamê Meclîsa Eşîrên Herêma Efrînê Hecî Mistefa weke heyetekê bi Ciniral Elksender ê li navenda Rûsyayê re civiyan. Şandeyê, dosyaya ku hemû sûc û binpêkirinên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê herêmên Efrînê pêk tîne, radestî serokê navendê kir.

Piştî serdana şandeyê, Cîgirê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Efrînê Israfîl Mistafa daxuyaniyek ji raya giştî re xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Mistefa got: "Dewleta Tirk bi rêya çete û rêxistinên terorî xakên me dagir kirin e. Ev yek jî piştî lihevkirinên bi aliyên herêmî re pêk hat. Bi taybet Rûsya ku şewqa kesk da dewleta Tirk û bi wê re Efrîn di 20’ê Çileya 2018’an de dagir kir.”

Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk hîn li Efrînê sûçê der mirovî pêk tîne û wiha domand: “Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê re, derbekirina Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Ji ber Efrîn ji bo hemû koçberên ku ji ber şerê li Sûriyê direvîn bûbû cihekî ewle. Di heman demê de armanca Rûsya ji dagirkirina Efrînê, pêkanîna berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re li ser hesabê gelê Efrînê bû."

Dewleta Tirk her tim hewl dide metirsiyên gelê xwe ji Kurdan mezin bike, serçeteyên komên çete li dijî şerkirina kurdan provokator kir ku Kurdan nehiştine ew bigihînin desthilatê û Kurd li ser ewlehiya nîştimanî xetere ne. Îro çeteyan bi perspektîf û fermanên dewleta Tirk hîn jî sûcên kuştin, koçberkirin, destdirêjî, dorpêçkirin, guhertina demografîk, wêrankirina şûnwarên dîrokî û ekolojîk li dijî mirovahiyê didomînin.

Ev hemû sûc bi lihevkirinên herêmî û navneteweyî pêk tên, bi taybet dewletên hegamon û nahêlin tu pêngaveke ji bo parastina Efrînê û şêniyên wê pêk were. Lê heke ne wisa ye, bêdengiya rêxistinên navneteweyî û helwestên Konseya Ewlehiya Navneteweyî li ku ye.

Em helwestên Rûsiya ku endameke mayînde yê Meclisa Ewlehiya Navneteweyî rexne dikin, ji ber divêyabû parastina ewlehî û aramiya Sûriyê bikira û li gorî biryara 2254 tevbigiriya. Lê ew biryaran binpê dike.

Rûsya terorîst ji herêmên hikûmeta Şamê dûr xist û li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk kom kir. Ev herêm jî bûne navenda geşbûna terorê. Bi desteka Rûsya piştgiriya terorê ya bi dewleta Tirk re wê belavî cîhanê bibe.”