Efrîn û Tebqa li kolanan in: Heta dawî berxwedan

Li Efrîn û Tebqayê jin û ciwan, daketin kolanan û Berxwedana Serdemê silav kirin.

Di çarçoveya berxwedana serdemê ya Efrînê li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê de, bi hezaran jinên Efrînê xwepêşandanek lidar xistin. Xwepêşandan ji aliyê Kongra Star ve di bin durişmeya “Ey jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” de hate organîzekirin. Di xwepêşandanê de endamên jin ên saziyên civaka sivîl, hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Dediya Yûsif, Hevseroka Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdullah, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso, endamên Yekîtiya Jinên Êzdî yên Efrînê û bi hezaran jinên kantona Efrînê beşdar bûn.

Xwepêşandêr li Çerxeriya Newroz a bajarê Efrînê kom bûn û şaxên zeytûnan û wêneyên şehîdên Efrînê bilind kirin. Her wiha bankartên bi nivîsên weke “Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî nirxên jinan û jiyanê ye”, “Erdogan kujerê jin û zarokan e”, “Efrîn axa bavpîrên me ye”, “Em ê li Efrînê li ber xwe bidin û em ji Efrînê dernakevin”, “Artêşa dagirker dîroka gelên herêmê armanc digire”, “kuştina jin û zarokên Efrînê rawestînin”, “Parastina jinan parastina dîrokê ye”, “Na ji bêdengiya naventewî re” û “Em hemû YPG’ê û YPJ’ê ne” hatin bilindkirin.

Xwepêşandêr ber bi qada giştî ya pêşiya nexweşxaneya Dêrsim ve herikîn û durişmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û silavkirina berxwedêrên Efrînê qîriyan û diyar kirin ku bêdengiya navnetewî tê wateya ku hevkarên komkujiyên li dijî welatiyên Efrînê ne.

Tevî hemû tengên teqînên topên dagirkeran jinan xwepêşandana xwe ber bi qada nexweşxaneya Dêrsim ve berdewam kirin û li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî û pesna berxwedana serdemê ya Efrînê da û got ku dayîkan kezebên xwe fedayî parastina herêma Efrînê kirine û wiha got: “Bi saya fedekariya şervanan êrîşên dagirkeran li dijî Efrînê tên şikandin.”

Hediye Yûsif di berdewama axaftina xwe de got ku wan durişmeya “serkeftin an serkeftin” bilind kirine û dê têkoşîna xwe heta dawî li ser riya azadiyê berdewam bikin.”

Xwepêşandan bi durşmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re bi dawî bû.

TEBQA

Meşa ciwanan di saet 10:00’an de ji bajaroka EL-Rimêla ya girêdayî bajarê Tebqa ya Bakurê Sûriyê destpê kir.

Di meşê de wêneyên şehîd Avesta Xabûr, ala Yekîtiya Ciwanên Ereb ên Demokratîk, Meclîsa Jinê Sûriyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Tebqa, Meclîsa Sûriya Demokratîk û her wiha pankartên bi nivîsên “Bi rihê ciwanan em ê dijmin ji herêmê derxînin, Em hemû Efrîn in û Efrîn li ber xwe dide” hatin hildan.

Meşvanan di meşa xwe şaxê zeytûnan rakirin û bi yek dengî qîr kirin ku Efrîn ne bi tenê ye, Bijî Berxwedana Efrînê û bi can bi xwîn bi te re ne Efrîn.

Artêşa Tirk a dagirker û bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û EL-Qaîdê ji 20’ê Çileyê ve êrîşî Efrînê dikin. Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî herêma Efrînê heta niha zêdeyî 180 sivîl şehîd bûne ku piraniya wan zarok û jin in û zêdeyî 400 kes ji ber topbaranê birîndar bûne.

Bi dehan şênî û zarokên gundê Ebû Redanî jî tevlî meşa ji bo piştgirtiya Efrînê bûn û berxwedana Serdemê silav kirin.