Efrîn ji berxwedana mezin re amade ye

Gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû ser piyan.

Li dijî dewleta Tirk ku xwe amade dike kantona Efrînê dagir bike, gelê Efrînê rabû ser piyan û got, bi xwîna xwe ew ê kantona xwe biparêzin û li ber xwe bidin.

Dewleta Tirk ku bi navê 'Mertala Firatê' xaka Rojava heta bi Cerablûs û Ezazê dagir kiriye, di van demên dawî de xwe hazir dike ku kantona Efrînê dagir bike. Ji niha ve ji ser xeta Ezazê bi ser hêzên YPG-YPJ'ê de ku kantonê diparêzin û bi ser gelê sivîl de topan davêje. Ji ber vê êrîşê  sivîlên Efrînî jiyana xwe ji dest dan.

GOTIN EW EFRÎNÊ BERNADIN

Gelê Efrînê rabû ser piyan. Bi deh hezaran kes bi meşekê, bi yek dengî gotin ew ê li dijî dagirkeriyê û êrîşan parastina kantona xwe bikin, li ber xwe bidin, xaka xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re bernadin.

Gel ji gund û bajarokên derdora Efrînê serê sibehê bi navenda Efrînê ve şeqitîn û bi deh hezaran kes meşiyan. Di meşê de hemû saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê bi rengê xwe tevlî meşê bûn. Di meşê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên YPG, YPJ, QSD’ê hatin slavkirin.