Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, bandora êrîşan li herêmê, bandora neyînî ya êrîşan a li têkoşîna bi DAIŞ’ê re, helwesta QSD’ê li dijî êrîşan, binpêkirinên dewleta Tirk û geşedanên dawîn civîneke çapemeniyê li dar xist.
'TIRKIYE LIHEVKIRINÊN SALA 2019'AN BIN PÊ DIKE'
Mezlûm Ebdî diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser Minbic, Til Rifet û Kobanê di 23'ê Gulanê de dest pê kirin û hêj jî berdewam in. Ebdî, hincetên dewleta Tirk ên ji bo pêkanîna êrîşan li ser herêmê derewandin û got: "Hincetên wan ew e ku hêzên me lihevkirinên 2019'an binpê dikin. Lê ya rast, em dibînin ku ew gefan li tecrûbeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û hebûna Kurdan bi taybet dixwe. Her wiha Sûriyeyê parçe dike û bakurê wê dagir dike, heman demê rê li ber çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê digire."
Ebdî ragihand ku ew li gorî bendên Peymana 2019'an tevdigerin û wiha dom kir: “Li gorî peymanê, hêzên me 30 km bi paş re vekişiyan û li ber hêzên hikûmeta Sûriyeyê vekir ku li herêmên li ser sînor bi cih bibe. Her wiha dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê li wan herêman dewam dikin."
BINPÊKIRINÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER
Di berdewama axaftina xwe de Ebdî, bal kişand li ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li gor wan peymanan tevnagere. Navendên me binpêkirinên rojane yên ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike li dijî herêmên me pêk tînin û êrîşên hewayî yên ku artêşa Tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, belge dikin."
Li gorî daxuyaniyê binpêkirinên meha buhurî yên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
''300 êrîşên bi obusan pêk anîn, hezar û 360 guleyên obusan berdan, 6 hewildanên êrîşên ji erdê ve, 7 êrişên bi dronên bombekirî ku di encamê de 6 sivîl di nav de 2 zarok şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Her wiha 22 êrîş bi balafirên bêmirov ên biçek pêk anîn."
'GEFÊN TIRKIYEYÊ BANDOR LI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê KIR'
Ebdî diyar kir ku gefên Tirkiyeyê rasterast bandor li şerê wan ên li dijî DAIŞ'ê kir û got: “Bi vê gefê, rasterast xebatên koalîsyonê û civaka navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li herêmê dibin hedef.“
Bi domdarî Ebdî, wiha got: “Li gorî meha Gulanê, operasyonên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ'ê di meha Hezîranê de kêm bûn. Di Gulanê de me 73 DAIŞ'î girtin, lê di meha Hezîrana buhurî de 30 kes hatin girtin.''
'HELWESTA NAVNETEWEYÎ NE BES E'
Ebdî, îşaret bi helwestên navneteweyî yên li hemberî gefên Tirkiyê kir û got: "Berdewama van gefan nîşan dide ku helwesta navneteweyî ya ji bo rawestandina van gef û êrîşan ne bes e. Her wiha herêmên dagirkirî ji çeteyên DAIŞ'ê re bûne cihên ewle û kuştina serçete Mahir El Egal li herêmên dagirkirî. Haya me jê çêbû ku DAIŞ, amadekariyan dike da ku êrîşê Kampa Holê bike."
Ebdî, xebatên DYA'yên ê bi rêveberiya Jeo Biden erênî nirxand û got, lê ji bo rawestandina van êrîşan ne bes in.
Ebdî, xebatên "Rûsya yên girinng ên bi armanca rawestandina êrîşan" erênî nirxandin û diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyeyê li herêmên sînorî yên di bin gefan de yên wekî Kobanê, Til Rifetê bi cih bûne û li Minbicê jî xebata bi koordîneya aliyê Rûs tê kirin.
'EM JI BO RAWESTANDINA GEFAN DIXEBITIN, HÊZÊN ME PARASTIN XURT KIRIN'
Ebdî, ji bo girtina rê li ber êrîşan, banga xebatê kir û anî ziman ku ew amade ne bersiva êrîşan bidin û wiha got: "Heger êrîş bibin, wê bersiva me ne wekî sê sal berê be, hêzên me parastin xurt kirine. Em ê çarçoveya berxwedanê berfireh bikin û em ê li ber xwe bidin da ku rê li ber derbasbûna Tirkiyeyê bigirin."
Ebdî, têkildarê "Şerê Bakurê Sûriyeyê bi giştî" ku dewleta Tirk behsa wê dike, artêş Tirk hişyar kir û got: "Tu cih li pêşiya me nemane ku vekişin, wê şerê Bakurê Sûriyeyê bi giştî be û wê ne diyarker be. Artêşa Tirk û komên girêdayî wê wê di vî şerê de li pêşberî hêzên hikumeta Şûriyeyê û Sûriyeyiyan rû bi rû bimîne."
Fermandariya Giştî ya QSD'ê Mezlûm Ebdî, bang li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku piştgiriyê bidin berxwedanê û bi QSD’ê re bin.