DYE'yê şefê çeteya nêzî dewleta Tirk kuşt

Artêşa Emerîkayê bi êrişeke hewayî li şefê koma çete ya Hûrras El Dîn a nêzî El Qaîdeyê xist, ku dewleta Tirk piştgiriya vê komê dike.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Emerîkayê CENTCOM'ê daxuyaniyek weşand û got, "Di dema êrişa hewayî de Ebû Hamza El Yemenî bi motorsîkletê bi serê xwe tevdigeriya."

CENTCOM'ê got, "Jiholêrakirina vî rêveberê payebilind wê El Qaîdeyê lawaz bike ku nikaribe li hemberî welatiyên Emerîkayê, hevkarên me û sivîlên li her devera cîhanê êrîşan bike."

Li gorî rayedarekî ku CNN ji xwe re kir çavkanî, rayedarên Emerîkî di 'asta bilind' de xwedî agahiyan e ku di êrişa bi droneyê de Ebû Hamza El Yemenî hatiye kuştin.

Artêşa Emerîkayê meha Hezîranê cara duyemîn e ku êrîşeke bi vî rengî dike.

MEHÊN SIBAT Û HEZÎRANÊ 2 SERÇETEYÊN NÊZÎ DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

16'ê Hezîranê jî berpirsyarekî çeteyên DAÎŞ'ê Hanî Ahmed El Kurdî li herêma Helebê di êrişekê de hatibû kuştin.

DYE'yê 3'ê Sibatê li Atme ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, bi operasyonekê şefê DAÎŞ'ê Ebû Îbrahîm el Haşimî el Kûreyşî kuştibû.