Nûnerê Wezareta Karên Derve yê DYE yê li Sûriyeyê Wîllîam Roebûck di merasîma serfiraziya QSD’ê ya li Qada Petrolê ya Omerê de axivî û got; “Em ji gelê Sûriyeyê re radigihînin ku DAÎŞ têk çû û herêm ji dagirkeriyê hatiye rizgarkirin. Rizgarkirina herêman ji DAÎŞ’ê stratejiya mezin a koalîsyon û hevparên wê ye.”
Roebûck got, bi rolê DYE ya di nava Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê k 59 welat cih serbilind e û wiha domand; “Eger fedakariya gelên li Sûriyeyê û hevparên me yên li Sûriyeyê nebûna me ne dikarî em DAÎŞ’ê têk bibin.”
Roebûck pîrozbahî li QSD û hêzên ewlehiya Iraqê kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Nûnerê Wezareta Karên Derve yê DYE yê li Sûriyeyê Wîllîam Roebûck herî dawî got; “Em ji detspêkê ve zelal in. Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAÎŞ`ê. Serok Trûmp got ‘Em ê her tiştên pêwîst li Sûriyê bikin’. Em destekê didin biryara NY a 2254’an ya di çarçoveya çareseriyeke siyasî li Sûriye yê.”