DYE'yê li ser sînorê Tirkiyeyê operasyon kir: Herî kêm 9 kes mirin
Hêzên Taybet ên Emerîkî li nêzî kampa penaberan a Atmê ya li Idlibê, ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye, operasyonek li dar xistin. Hate ragihandin ku di şer de 9 kes hatin kuştin.
Hêzên Taybet ên Emerîkî li nêzî kampa penaberan a Atmê ya li Idlibê, ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye, operasyonek li dar xistin. Hate ragihandin ku di şer de 9 kes hatin kuştin.
Midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdul Rahman ji AFP'ê re axivî û got, "Di vê operasyonê de 2 jê zarok û jinek bi giştî herî kêm 9 kes hatin kuştin."
Li gorî saziya çavdêriyê, leşkeran bi helîkopteran xwe li nêzî kampa penaberan a Atmê ya li herêma Idlibê danîn. Kampa Atmê li ser sînorê Tirkiyeyê ye.
Abdul Rahman diyar kir ku ev operasyon piştî operasyona Cotmeha 2019'an ku serçeteyê DAÎŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî hate kuştin, operasyona herî girîng a Koalîsyona Navneteweyî ye.
Idlib ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Têkildarî kesê ku operasyon li dij hate lidarxistin agahî nehate dayin. Koalîsyonê jî li ser mijarê hîn ê daxuyanî nedaye.
Li gorî pisporan, kampên li herêma Atmê mîna baregehên avabûnê yên DAÎŞ û El Qaîdeyê ne. Koalîsyonê li dijî şefên komên El Qaîdeyê yên li Idlibê gelek êriş kirin. Cotmeha derbasbûyî artêşa Emerîkî di êrişeke bi droneyan a artêşa Emerîkayê de ji berpirsyarên payebilind ên El Qaîdeyê Abdul Hamîd El Matar hatibû kuştin.